50 kesên din ji Başûr vegeriyan

Ji xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku penaberî kampa Berdereşê ya li Başûrê Kurdistanê bibûn, 50 kes vegeriyan warê xwe.

50 kesên din ji Başûr vegeriyan
30 ÇILE, 2020   14:31
QAMIŞLO

Ji welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku di destpêka êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên penaberî Başûrê Kurdistanê bibûn, îro 50 kes di deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê vegeriyan warê xwe.

Rêveberê Têkiliyan ê Deriyê Sêmalka Baz Ehmed got: "Rêveberiya derî rojên duşem û sêşemê ji bo derbasbûna şêniyên derketibûn Başûr diyar kir. Derî duh pêşwaziya 50 kesan kir ku ji kampa Berdereşê yê Başûrê Kurdistanê vegeriyan."

Ehmed anî ziman ku ji destpêka êrişên bi armanca dagirkeriyê yên dewleta Tirk ve derdora 5 hezar kes vegeriyan Rojava.

ANHA