Li Reqayê pêngava ‘‘Paqijî şaristanî ye‘‘

Saziyên gundewarê rojhilatê bajarê Reqayê bi dirûşmeya "Paqijî şaristanî ye" pêngaveke berfireh a paqijkirinê dan destpêkirin. Pêngav dê 8 rojan berdewam bike.

Li Reqayê pêngava ‘‘Paqijî şaristanî ye‘‘
Li Reqayê pêngava ‘‘Paqijî şaristanî ye‘‘
Li Reqayê pêngava ‘‘Paqijî şaristanî ye‘‘
Li Reqayê pêngava ‘‘Paqijî şaristanî ye‘‘
Li Reqayê pêngava ‘‘Paqijî şaristanî ye‘‘
30 ÇILE, 2020   14:28
REQA

Bi dirûşmeya "Paqijî şaristanî ye" saziyên gundewarê rojhilatê bajarê Reqayê pêngavek ji paqijkirina gund û bajarokên Reqayê dan destpêkirin. Pêngav îro ji bajarokê Reqa Semra destpê kir.

Şêniyên bajarokê Reqa Semra, endamên saziyên sivîl, Hêzên Ewlekeraiya Hundirîn, Trafîk û şervanên QSD‘ê pêşdarî pêngavê bûn.

Beşdaran li bajarokê Reqa Semra û gundê wê belav bûn û kolan bi kolan ji toz û qirêjê paqij kirin.

Mihemed El-Şêx ji kesên ku beşdarî pêngavê bûye dibêje: "Sazî beşdarî vê pêngava şaristanî bûne da ku paqijî û bedewbûneke şarestanî bidin vê welatî."

Rêveberê Meclisa gundewarê rojhilat Umer Mihemed got: "Ev pêngav moral dide şêniyan da ku bajarê xwe paqij bikin û hawirdorê biparêzin. Beşdarbûna şêniyan a ji pêngavê re erênî bû."

Pêngav dê 8 rojan berdewam bike û dê tevahî gund û bajarokên rojhilatê bejahiya Reqayê were paqijkirin.

ANHA