Ji ber kêmasiya konan kampa Til Semin nikare koçberan wergire

Ji ber tunebûna konan ku rêxistina Heyva Sor a Kurd pêşkêş kirine, ji duh de kampa Til Semin a Reqayê têrî pêşwazîkirina koçberan nake. Rêveberiya kampê bang li aliyên têkildar kir ku konan ji wan re peyda bikin da ku bikarin malbatên ku rojane berê xwe didin kampê, pêşwaz bikin.

Ji ber kêmasiya konan kampa Til Semin nikare koçberan wergire
Ji ber kêmasiya konan kampa Til Semin nikare koçberan wergire
30 ÇILE, 2020   14:11
EYN ÎSA

Meclisa Kantona Girê Spî bi hevkariya Meclisa Sivîl a Reqayê di 22`yê Mijdara sala borî de ji bo koçberên Girê Spî û gundewarên wê li gundê Til Semin ê bakurê Reqayê kampek vekir.

Di kampê de niha hezar û 301 koçber anku 249 malbat li 141 konên ku Heyva Sor a Kurd pêşkêş kirine, dimînin. Lê belê malbatên koçber rojane berê xwe didin kampê, rêveberiya kampê jî êdî nikare hejamereke din ji koçberan pêşwaz bike.

Hevseroka kampa Til Semin Fediye Şerîf ji ajansa me re diyar kir ku konên ku rêxistina Heyva Sor a Kurd li ser 2 beşan dane wan, qediyan û wiha dewam kir: "Niha em nikarin hejmareke din ji koçberan pêşwaz bikin. Li piraniya konan zêdetirî malbatekê bi hev re dijîn."

Fediye diyar kir ku ji destpêka avakirina kampê ve dihat payîn ku hezar kon bên vedan. Ji vê plane tenê ji sedî 25 pêk hat. Ji ber ku rojane 10 heta 15 malbat berê xwe didin kampê.  Fediye bang li rêxistinên navneteweyî kir ku alîkarî û konan bidin wan da ku koçberên ji ber şer û dagirkeriyê ji malên xwe derketine, li kampê bi cih bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şêniyên herêmên ku dewleta Tirk a  dagirker û çeteyên wê piştî êrişa 9`ê Cotmeha sala borî dagir kirine, ji ber kiryar û binpêkirinên dagirkeran warê xwe diterikînin. Yên mayî jî bi darê zorê tên koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyan tên bicihkirin.

(cx)

ANHA