​​​​​​​Şêxên eşîra Cibûr beşdarkirina ciwanên Sûriyê di şerê li Lîbyayê de şermezar kir

Şêx û rûspiyên qebîleya Cibûr siyasetên dewleta Tirk û tevlêkirina ciwanên Sûriyê di şerekî ne rewa de yên li Lîbyayê şermezar kir û got binpêkirinên dewleta Tirk dûrî qanûnên erebî û navneteweyî ne.

​​​​​​​Şêxên eşîra Cibûr beşdarkirina ciwanên Sûriyê di şerê li Lîbyayê de şermezar kir
29 ÇILE, 2020   09:09
QAMIŞLO-ŞIHAB EHMED

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk mudaxeleya Sûriyê kir. Destpêkê piştgirî da komên tundraw ên qaşo navê opozîsyonê li xwe dikin da ku wan bi kar bîne û timayên xwe li herêmê pêk bîne.

Dewleta Tirk bi hezaran ciwanên Sûriyê kirin leşker, di şerên hundirîn û derve de bi kar anîn da ku ajandeyên xwe yên mêtingerî li Sûriyê û Lîbyayê pêk bîne.

Rûspiyên êlên Ereb ên herêma Cizîrê diyar dikin ku dewleta Tirk hewl dide nifşê ciwanên herêmê têk bibe.

Ji rûspiyên qebîleya Cibûr û cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Muhafizkarên Demokratîk Ekrem Mehşûş got: "Em ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker şaş neman. Dîwar li herêmên dagirkirî lêkir û ciwanên wan herêman kirin leşker."

‘MIXABIN EW CIWAN JI BO PERE Û PÊKANÎNA PLANÊN DEWLETA TIRK KAR DIKIN’

Mehşûş diyar kir ku ciwanên herêmên dagirkirî, girêdayî siyaset û ajandeyên dewleta Tirk in û wiha got: "Diviyabû ciwanan axa xwe biparasta û rizgar bikira. Planên dewleta Tirk li herêmê pêk neanîbana. Lê mixabin ew ji bo pere û pêkanîna planên dewleta Tirk kar dikin. Lewra sifata çetebûnê li wan tê kirin."

‘CIHÊ MIXABINIYÊ YE KU DIÇIN LÎBYAYÊ’

Mehşûş rave kir ku ew ji ber rewşa ciwanên Sûriyê yên ku di destê dewleta Tirk de bûne lîstok xemgîn e û wiha domand: "Wek sûrî, cihê mixanbiyê ye ji ber ku sifeta çetebûnê li ciwanên me hatiye kirin. Her wiha ji ber ku diçin Lîbyayê jî em xemgîn in. Lîbya dewletek Afrîkî, serdest û serbixwe ye. Çima dewleta Tirk ciwanên Tirk naşîne Lîbyayê? Çima ciwanên Sûriyê dişîne?"

Mehşûş di nav gotinên  xwe de rola êlên Ereb ên herêmê li beramberî beşê ciwanan teqez kir û got: "Divê êlên herêmê gel teşwîqî hevgirtinê û kombûna li dora Rêveberiya Xweser bikin da ku welatê xwe biparêzin. Li dijî parçebûna welêt bisekinin û vegera ewlehiyê bi israr bin."

Mehşûş anî ziman ku: "Hêzên Sûriya Demokratîk herêm parast û teror tune kir. Di bin ala wê de bi hezaran ciwanên tevahiya pêkhateyan şehîd bûn. Em jê re rêzdar in û divê pê were îtîrafkirin ji ber ku hêzên sûrî ne û axa Sûriyê diparêzin."

‘TEVLÊKIRINA CIWANÊN SÛRIYÊ DI ŞERÊ LÎBYAYÊ DE NE REWA YE’

Girêdayî vê mijarê Tirkî El-Mendîl şêx êla El-Elî yê qebîleya Cibûr got: "Tevlêkirina ciwanên Sûriyê di şerê Lîbyayê de ne rewa ye û dûrî qanûnên Erebî û navneteweyî ye. Wek êlên herêmê em qebûl nakin ciwanên Sûriyê bibin çete."

El-Mendîl bang li ciwanên Sûriyê kir ku vegerin jiyana civakî yan jî wê derbasî tonelek tarî bibin ji bo ku planên dewleta Tirk pêk bînin.

El-Mendîl helwestên dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê li herêmê şermezar kirin û got: "Diviyabû dewleta Tirk da ku peywendiyê di navbera rojhilat û rojava ve ava bikira, ne ku bibe dewletek nemerd û li dijî qanûnê."

El-Mendîl rola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir û got: "Hêzên Sûriya Demokratîk rolek girîng di tunekirina terorê û hêzên tarî de lîst. Cîhanê şahidê wê ye. Hêzên Sûriya Demokratîk mohra xwe danî dîroka herêmê û kesek nikare wê rojê înkar bike."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xJgJpmqNZSg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>