Rojeva rojnameyên erebî – 29 Çile

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê de, bi taybet rewşa Idlibê, nivîsî, her wiha mijarên projeya aştiyê ya Trump û destwerdana Tirkiyê ya Lîbyayê jî di rojeva rojnameyên erebî de bûn.

Rojeva rojnameyên erebî – 29 Çile
29 ÇILE, 2020   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: PIŞTÎ KU ARTÊŞA SÛRIYÊ KETE MERET EL-NÛMAN TIRKIYÊ GEFAN LI ESAD DIXWE

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de nivîsîn. Rojnameya El-Ereb der barê geşedanên li Idlibê de nivîsî: “Roja sêşemê, Tirkiyê hişyarî da artêşa Sûriyê ku eger êrîşî li dijî xalên wê yên çavdêriyê li Idlibê çêbe, ew ê bersivê bide. Piştî ku artêşa Sûriyê li başûrê parêzgehê pêşde çû û kete bajarê Meret El-Nûman û xala çavdêriyê ya Tirkiyê ya li rojhilatê bajêr dorpêç kir.

Artêşa Sûriyê roja sêşemê bajarê Meret El-Nûman xiste bin kontrola xwe, ku bajarekî stratejîk e, duyemîn bajarê mezin ê başûrê Idlibê ye û dikeve ser rêya navdewletî ya Heleb-Şamê ya M5.

Çalakvan dibêjin ku gefên Tirkiyê xapandin e, ji ber ku diyar e rejîma serok Recep Tayyîp Erdogan bi Rûsyayê re bazar kiriye û dest ji Idlibê berdaye.

Yek ji çalakvanan dibêje Rejîma Sûriyê dê êrişî xalên çavdêriyê yên Tirkiyê neke, tu berjewendiyên rejîmê di vê mijarê de tune ne, ew dizane ku Enqere bi xwe dê wan xalan vala bike, piştî ku rejîm herêmê bi tevahî kontrol bike, ji ber ku tu sedemên mayîna wan xalan namîne.

Çavdêrên siyasî dibêjin Tirkiye hêdî hêdî desthilata xwe ya li Sûriyê winda dike, ew nikare pêdiviyên Rûsyayê pêk bîne, her wiha têkiliyên wê bi Amerîkayê re jî aloz bûne.

ŞERQ EL-AWSAT: PLANA TRUMP... JI BO FILISTÎN Û ÎSRAÎLÊ SÎNORÊN NÛ

Der barê pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê û projeya Trump de rojnameya Şerq El-Awsat wiha nivîsî: “Serokê Amerîkayê Donald Trump, duh projeya xwe ya der barê çareseriya aloziya Rojhilata Navîn ku ev demek e dihate payîn, ragihand. Wekî ku dihate payîn di projeyê de Quds dimîne paytexta Îsraîlê û dewlete Filistînê ya bêçek tê avakirin, paytexta wê jî beşeke Qudsê ya rojhilat e.

Trump projeya xwe li koşka spî di civîneke çapemeniyê de ragihand, di civînê de serokwezîrê Îsraîlê benjamin Natanyahu û berpirsyarên payebilin ên rêveberiya Amerîkayê jî beşdar bûn, di nava wan de ekîba ku ev du sal in projeyê amade dikin jî hebûn, yek ji wan jî Jared Kushner, zavayê Trump e.

Her wiha li gorî ku Trump ragihandiye, hin balyozên Ereban jî amade bûn.

Di naveroka projeyê de çareseriyeke li ser bingeha avakirina du dewletan Filistîn û Îsraîl cî digre. Proje doza avakirina dewlete Filistîniyan a serbixwe û paytexta wê hin herêmê rojhilatê Qudsê ye dike, mîna herêmê Abû Dês, Şafat û Kerer Eqeb. Lê hin merc hene, yek jê “dê Filistînin soz bidin ku terorê tune bikin û alîkariya malbatên terorîstan nekin”

Dîsa li gorî projeyê dê hin erd bêne veguhaztin, dê hin herêmên nêzî sînorên Misirê bidin Filistîniyan, lê dê di bin çavdêriya ewlehiyê ya Îsraîlê de bimîne. Beramberî wê jî dê hin erdên Xûr Urdun û rojhilatê Şerîayê bidin Îsraîlê.

EL-BEYAN: ARTÊŞA LÎBYAYÊ; EGER MILÎS DERNEKEVIN DIYALOG NABE

Der barê geşedanên Lîbyayê de rojnameya El-Beyan nivîsî: “Artêşa Lîbyayê diyar kir ku eger milîs çekên xwe radest nekin, ew bi hikûmeta Wîfaqê re nakevin diyalogê.

Artêşê diyar kir ku niha êdî gog di qada şandêrê navdewletî Gassan Salama de ye, pêwîst e ew der barê binpêkirinên Tirkiyê yên agirbestê de, tiştekî bike. Jixwe duh hate gotin ku 4 zarokên Lîbyayê li herêma Balbedrî ya Terablusê bi roketên çeteyên biyanî hatin kuştin.

Çavkaniyeke ewlehiyê diyar kir ku berê zarokan li dibistanê bû, bi du roketan hatin bombebarandin, temenên wan di navbera 9 û 12 salan de bûn.

Çalakvanên Lîbyayê komkujiya li dijî zarokan şermezar kirin, diyar kirin ku ev nîşana tevliheviya li Trablus`ê ye, ya di bin destên milîsan û çeteyên biyanî de ye.

Di vê navberê de, berdevkê artêşa Lîbyayê Ahmed El-Mismarî diyar kir ku serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan plan dike ku bi hezaran çeteyan bişîne Lîbyayê, her wiha got: “Ta niha jî Tirkiyê çeteyan û terorîstan bi rê dike Lîbyayê da ku piştgiriya hikûmeta Wîfaqê bikin.”