Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê balê dikişîne ser koçberiyê

Kesên ku ji herêma Cizîrê û herêma Efrînê tev li 4`emîn Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê bûne, diyar kir ku atmosfera mîhrîcanê girêdana şêniyên Efrînê bi dîrok û şaristaniya xwe ve destnîşan dike.

Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê balê dikişîne ser koçberiyê
29 ÇILE, 2020   09:15
ŞEHBA-FÎRAS IBRAHÎM

Çalakiyên 4`emîn Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê li kantona Şehbayê bi tevlêbûna tîmên şanoyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên cuda didomin.

Endamên navendên çandî yên ku ji herêmên Cizîr û Efrînê tev li mîhrîcanê bûne, pesn dan berhemên ku di mîhrîcanê de têne pêşendan. Her wiha rola mîhrîcanê ji bo parastina çand û kultura gelê Kurd silav kir li gel hewldanên artêşa Tirk a dagirker ji bo ku hebûna wî  tune bike.

Endama Tevgera Kevana Zêrîn Şevîn Xelîl ji kantona Qamişlo tev li mîhrîcanê bûye û dibêje: "Atmosfera mîhrîcanê tijî coş e. Ev atmosfer girêdana şêniyên Efrînê bi dîrok û şaristaniya xwe û vegera warên xwe teqez dike."

Şevîn destnîşan kir ku şêniyên Efrînê ji tunebûnê hebûn çêkirin da ku dîrok û şaristaniya xwe rave bikin. Ev bi xwe cureyek ji berxwedanê ye.

Girêdayî heman mijarê endamê Navenda Çand û Hunerê ya herêma Efrînê Rêzan Bekir behsa qonaxên organîzekirina Mîhrîcana Mîtan a Şano kirin. Bekir diyar kir ku çalakiyên her sê mewsimên destpêkê li Efrînê lidar ketin û wiha domand: "Piştî ku em ji kantona Efrînê neçar man koçber bibin, me hewl da mewsima çaremîn a Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê li kantona Şehbayê organîze bikin. Tevî ku derfetên me kêm in, rejîma Sûriyê dorpêç li herêmê ferz kiriye û çete binpêkirinên xwe li dijî şêniyan didomînin."

Bekir teqez kir ku binpêkirinên artêşa Tirk a dagirk ên domdar li dijî şêniyên Efrînê li kantona Şehbayê bandor li berdewamkirina berxwedanê nakin. Çalakiyên mîhrîcanê di mewsima xwe ya çaremîn de ranewestandin.

Bihar Hesen ku ji bajarê Qamişlo tev li mîhrîcanê bûye, wiha got: "Em ji kantona Qamişlo tev li mîhrîcanê dibin. Me atmosfera mîhrîcanê ya bi çoş û berxwedana şêniyên Efrînê di nav kampan û malên wêrankirî de dît. Ev jî daxwaza me ya sereke bû ji bo ku em tev li mîhrîcanê bibin. Em bi du şanoyan tev li mîhrîcanê bûn."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yoCzeq8zUlo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>