Hêviya malbata koçber derî û pencere ne

Ji beriya du salan ve malbata Xedîce El-Hisên a koçber di nava rewşeke gelekî zehmet de ye. Malbata ji 8 kesan pêk tê, di maleke kavilbûyî de dijî. Malbat daxwaza derî û pencereyan dike da ku wan ji seqema zivistanê biparêzin.

Hêviya malbata koçber derî û pencere ne
Hêviya malbata koçber derî û pencere ne
Hêviya malbata koçber derî û pencere ne
Hêviya malbata koçber derî û pencere ne
Hêviya malbata koçber derî û pencere ne
26 ÇILE, 2020   07:28
REQA – HEMED EL-MUSTEFA

Dema ku em derbasî taxa Bedû ya bakurê bajarê Reqayê dibin, mala jina bi navê Xedîce El-Hisên (44) bala me dikişîne. Parçeyên caw û betanî dîwar e. Mala Xedîce dikeve nava komeke avahiyên bilind ên rûxiyayî.

Taxa Bedû taxa dawî bû ku di destê çeteyên DAIŞ‘ê de mabû û şerên giran lê rû dan, beriya ku ji aliyê şervanên QSD‘ê ve were rizgarkirin.

Mal anku kavilê malbata Xedîceyê tê de dimîne, bê derî û pencere ye û bê banî ye. Xedîce mal ji parçeyên çaw û betaniyên riziyayî çêkiriye da ku zarokên xwe  ji sermaya zivistanê û germa havînê biparêze. Zemîn jî bi kîsên xêş û betanî û hin sifincên riziyayî raxistiye, bêyî ku cihên şûştinê lê hebin.

Der barê rewşa jiyanî ya malbata xwe de, Xedîce wiha dibêje: "Tiştek di destê me de nîn e ku xwe pê xwedî bikin. Hevserê min di 60 saliya xwe de nexweşiya disk di pişta wî de heye, nikare kar bike."

Xedîce ji bajarokê Medan ê başûrê rojavayê Reqayê koçber bûye. Hêvî dikir ku QSD bajarê wê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar bike û wiha tîne ziman: "DAIŞ‘ê bajarê me di nava şev û rojekê de radestî rejîma Sûriyê kir, ji ber vê yekê em koçberî herêmên di bin parastina QSD‘ê de bûn ku herêmên herî ewle yên Sûriyê ne, nexasim ku me binpêkirinên hêzên rejîma Sûriyê û milîsên wê yên li dijî mirovan bihîstin."

Xedîce azarên xwe wiha parve dike: "Ji ber van binpêkirinan pêwîst bû ku em koçî herêmên ewle bikin. Lê çawa ez ê hevserê xwe yê nikare bimeşe û 8 zarokên xwe ku 4 ji wan nikarin tiştekî bar bikin, veguhêzim. Lê qeder bû ku em xwe bigihînin Reqaya rizgarkirî."

Xedîce di avahiyekî de xwe bi cih kir. Hundirê malê ji derveyî wê ne cuda ye. Xedîce vê rewşê wiha vedibêje: "Di havînê de doşeka me erd e û asîman jî lihêf e. Tu kesekî me tune ye. Me rêxistinek nehişt ku em lê negerin lê bê fêde bû."

Xedîce diyar dike ku azarên wê di zivistanê de û barana dijwar a di rojên dawîn de li Reqayê bariya, zêde bû û bang li kesên xwedî wijdan û rêxistinên li herêmê dixebitin kir ku rewşa zarokên wê bibînin ku ji seqemê diricifin û ji wan xwest ku derî û pencereyan jê re peyda bikin da ku malbatê ji sermayê biparêzin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HK-vuFuXLHo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>