Li Şedadê xwendekarên koçber amadekariyên ezmûnên qonaxa yekemîn dikin

Xwendekarên koçberên ên li Şedadê piştî belgeyên xwe  tomar kirin û rêbazên dibistanan li navçeya Şedadê bi dawî kirin, dibistan amadekariyên ezmûnên qonaxa yekemîn dikin.

Li Şedadê xwendekarên koçber amadekariyên ezmûnên qonaxa yekemîn dikin
26 ÇILE, 2020   07:34
HESEKÊ-BASIM DEXÎL

Piştî meteryalên ji bo xwendekarên koçber temam bûn, dibistanên navçeya Şedadê amadekariyên ezmûnên qonaxa yekemîn dikin.Tê pêşbînkirin ku di 27’ê Çileyê de dest bi ezmûnan bikin. Armanca meteryalên  ji bo xwendekarên koçber hatine amadekirin ew e bi xwendekarên ji xwendinê qutnebûne re bigihin.

Hejmara xwendekarên koçber zêdetirî 300 xwendekarî ye.

Ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî hezar xwendekar ji mafên xwendinê bê par man. Ji ber vê yekê Desteya Perwerdê derfet da xwendekarên koçber ku xwendina xwe temam bikin û Ii bajarên lê bicihbûne navên xwe tomar bikin.

Xwendekarên ji bajarê Serêkaniyê koçberbûne Ehmed Xabûr û Erwa Mihmed axivîn û gotin: “Piştî derfet dan me em xwendina xwe li dibistana Şehîd Elî El-Xidêr temam bikin, em amadekariyên ezmûnên xwe dikin.” Erwa û Emmed hêviya vegera li bajarê xwe kirin.

Di vê çarçoveyê de mamosteyê bi navê Îbrahîm Ilêwî jî got: “Em amadekariyên ezmûnan dikin. Ji destpêka êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mamosteyên bejahiya rojhilatê navçeya Şedadê bi dehan xwendekar pêşwazî kirine. Da ku meteryalên xwe bi dawî bikin, bi xwendekaran re bûne alîkar û hêviya serketinê ji wan re dixwazin.”

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarnameyek derxist û tê de amaje bi dirêjkirina qonaxa  yekemîn a 2019-2020`an kir, da ku xwendekarên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçberbûne, xwendina xwe temam bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cBVUehHi8ZE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>