Aboriya civakî bersiva krîza aboriyê ye

Di demên dawîn de lîreya Sûriyê beramberî dolar daket. Di encamê de kirîzeke aborî çêbû û welatî pirsa çareseriyê dikin.

Aboriya civakî bersiva krîza aboriyê ye
Aboriya civakî bersiva krîza aboriyê ye
26 ÇILE, 2020   07:08
MINBIC-SELWA ABULREHMAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 20’ê Çileyê de derbarê aloziya aborî û çareseriyan de civînek lidar xist. Civîn li navçeya Amûdê ya girêdayî Qamişlo hat lidarxistin. Di civînê de nîqaşa pirsgirêkên qada aborî hat kirin.

Civîn bi gelek biryaran bi encam bû. Ji van biryaran; nirxên kel û pelên sereke yên wek nan û sotemenî  bilind nebe. Li gel vê yekê piştgiriya  7 madeyên wekî, şekir, çayê, biric, zeyt, şîrê zarokan, çîmento û hesin jî bikin. Pirsgirêka nirxên kel û pelan bi rêya hawirdekirina madeyan û peydakirina rikberiya di navbera bazirganan de çareser dibe.

Her wiha bal kişand ser girîngiya aktîfkirina komîteya çavdêriya zimhêrê, avakirina komîteyeke biçûk ku ji pisporên aborî ku çareseriyan ji kirîzê re bibînin.

Di vê mijarê de piraniya çavdêr û pisporên karûbarên aborî, dibînin ku sedema aloziya aboriya Sûriyê ji ber nakokiyên siyasî û leşkerî yên li herêmê û Rojhilata Navîn, ye.

Di vê çarçoveyê de cîgirê hevserokê Komîteya Aborî yê Minbicê Cemîl Mihmed axivî û got: “Ji bo pêşî li aloziyê bê girtin, çareseriyên hundirîn hene. Beşek ji çareseriyê ew e ku aboriya civakî çêbibe. Ji ber berevajî aboriya sermeyadariyê ye. Aboriya civakî hewl dide komperatîfan çêke û pereyên wê li civakê dabeş bike. Ev jî bi rêya avakirina komperatîfên hevkariyê têne çêkirin û pêwîstiyên civakê dabîn dibe.”

Mihmed diyar kir ku koperatîf ne li ser esasê takekesî têne avakirin û wiha pê de çû: “Koperaîf, bi hevkariya rêveberiyê û civakê tê avakirin. Ev jî xizmeta civakê dike, derfetên kar peyda dike. Jêdera debarê zêdetir dike û rewşa aborî pêşdetir dibe. Aboriya civakî ku rê li pêşiya hawirdekirina kel û pelên ji welatên derve digire, ji ber sedema kêmbûna berhemên hundirîn ji sedemên sereke yên kirîza aboriya Sûriyê ye.”

Mihmed di dawiya axaftina xwee de wiha got: “Aboriya civakî dikare rê li pêşiya buhabûn û keysbaziya bazigranan bigire. Li gel vê yekê rewşa birêvebirinê baştir bike û adaleta aborîne misoger bike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî serokê Amerîka Donald Trump qanûna"Qeyser"îmze kir,  ji destpêka vê salê ve lîreya Sûriyê beramberî dolar daket.

 (eh)

ANHA