Artêşa Lîbyayê: Hikumeta El-Wîfaq agirbest binpê kir

Artêşa Lîbyayê, hikumeta El-Wîfaq bi binpêkirina agirbestê li herêmên Eyn Zara û Zetarna yên li başûrê Terablusê tawanbar kir.

Artêşa Lîbyayê: Hikumeta El-Wîfaq agirbest binpê kir
12 ÇILE, 2020   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî çend saetan ku artêşa Lîbyayê agirbest qebûl kir, hikumeta El-Wîfaq jî ragihand ku banga Moskov û Enqereyê ya agirbestê qebûl kiriye.

El-Wîfaq bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo bersivdana banga serokkomarê Tirkiyê û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, serokê hikumeta El-Wîfaq Fayiz El-Sîrac agirbest ji saet 12:00’ê sibeha yekşemê ve dest pê kiriye û bal kişand ser ku ji mafên wan ên rewa ye ku parastina xwe bikin heke êriş ji aliyê din ve pêk hat.

Piştî ragihandina agirbestê ji hêla artêşa Lîbyayê ve roja şemiyê li herêma rojavayê welêt, komên girêdayî hikumeta El-Wîfaq agirbest li Terablusê binpê kir. Artêşê piştrast kir ku hêzên wê li gorî agirbestê tevî binpêkirina wê ji hêla komên El-Wîfaq ve, tev digerin.

Artêşa Lîbyayê şemiyê agirbest li herêma rojavayê welêt bi şertê ku aliyê din jî li gorî wê tev bigere, ragihandibû. Bi daxuyaniyekê berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Lîbyayê Ehmed El-Mismarî piştrast kir ku şer li herêma rojavayê welêt ji saet 12:00’ê 12’ê Çileyê ve rawestiye. Berdevkê artêşa Lîbyayê soz da ku dê bersiva binpêkirina agirbestê tund be.

Ragihandina agirbestê piştî lihevkirina çend rojan a di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de pêk hat ku tevahî alî li Lîbyayê agirbestê ji êvara yekşemê ve pêk bînin.

Pûtîn, şemiyê ragihandibû ku dê dan û standinên din bi aliyên li Lîbyayê re piştî pêkanîna agirbestê pêk werin.

(fr)