Şêniyên ku QSD’ê ew xilaskirine, spasiya QSD’ê kirin

Şêniyên gundê Arîda yê girêdayî Eyn Îsa yê piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk rê ji wan re peyda kir, karîn ji gund derkevin piştî ku li gorî gotinên wan du mehan ji ber topbarana bêserûber di gund de asê mabûn.

Şêniyên ku QSD’ê ew xilaskirine, spasiya QSD’ê kirin
12 ÇILE, 2020   06:00
EYN ÎSA-MIHEMED EL-EHMED TIRKÎ EL-KALIT

Ji du rojan ve du malbat ji gundê Arîda gihaştin navçeya Eyn Îsayê. Her du malbat ji topbarana bêserûber a çeteyên artêşa Tirk a dagirker mîna bi hezaran şêniyên kantona Girê Spî û gundewarê wê ber bi herêmên ewle ve yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê reviyan.

Tehewîl El-Ebid El-Semo ji şêniyên gundê Arîda El-Bû Cirade dibêje: “Ji ber topbaranê di nav gund de asê mane. Ji ber wê birçî man û di dirêjahiya dema li gund mane de nekarîn nan bidest bixin. Tenê debara xwe ji tiştên li mal peyda dikirin.”

Tehewîl rewşa li gund bi trajedîk wesifand û diyar kir ku ji ber qutbûna kehrebeyê û sotemenî heta kesê xwedî bîr bi zorê ava vexwarinê peyda dikir.

Tehewîl wiha domand: "Di encama topbarana bêserûber li ser gund de du şêniyan Ibrahîm Hesen El-Îsa(57) û Mehmûd Zahir Siyad (61) jiyana xwe ji dest dan."

Tehewîl spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk kir ji ber ku alîkariya wan kirin û rê ji wan re peyda kir heta gihaştin navçeya Eyn Îsayê.

Şêniyê bi navê Ehmed El-Elî El-Seyad got: “Ji ber topbarana bêserûber, birçîbûn û dorpêça ku li ser wan ferz bûye neçar mane ji malên xwe derkevin û bê navçeya Eyn Îsayê.”

El-Elî destnîşan kirin ku ji ber topbarana bêserûber tevî kuştina şêniyên ku li jor hatine bibîrxistin, du zarokên malbatekê Raniya Elî El-Elî û Hisên Elî El-Elî birîndar bûne.

El-Elî destnîşan kir ku kesên ji gund derketine tiştek ji kelûpelên xwe dernexistine. Ji ber wê rewşên dijwar li gel koçberiyê dijîn.

Gundê Arîda girêdayî navçeya Eyn Îsayê ye û bi 20 km li bakur rojavayê wê. Gund xetê temas bi herêmên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundewarê kantona Girê Spî dagir kirine tê hesibandin.

Meclisa navçeya Eyn Îsayê destek û pêwîstiyên  koçberan ji ava vexwarinê, nan û mazot ji bo germkirinê bê pere pêşkêş dike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/a-Cyo2SEOYc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>