​​​​​​​‘Divê Rêveberiya Xweser û rejîm bigihijin lihevkirinê’

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa got: "Divê rejîma Sûriyê nêrîna xwe ya leşkerî li hember rewşa Sûriyê biguhere û dersê ji salên aloziyê bigire. Divê rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser li ser pêşeroja Sûriyê bigihijin lihevkirinan.”

​​​​​​​‘Divê Rêveberiya Xweser û rejîm bigihijin lihevkirinê’
12 ÇILE, 2020   05:35
KOBANÊ

Ev 9 sale aloziya Sûriyê çareser nebûye û bi destwerdana dewletên derdorê û gerdûnî rewş aloztir dibe.

Girêdayî mijarê endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa got: "Wek pêkhateya Kurd li bakurê Sûriyê em ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê bi rêya lihevkirin û diyalogên hundirîn kar dikin. Di vî warî de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina sînorên Sûriyê bi Tirkiyê re bi dabîna Rûsyayê bi dewleta Sûriyê re lihev kir. Lê heta niha rejîmê zimanê xwe yê siyasî û nêrîna xwe ji aloziyê re neguhert."

Îsa fedekariyên Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo parastina Sûriyê û gelê wê wiha got: “Şerê li dijî DAIŞ`ê weke mînakek li ser fedekariyên QSD`ê bibîr xist.”

Îsa got: "Rejîma Sûriyê divê ji salên şerê li Sûriyê derse bike û bi Rêveberiya Xweser re ji bo pêşeroja Sûriyê kar bike. Ji ber ku Rêveberiya Xweser xwedî projeyekê ye ku xizmeta berjewendiya gelê Sûriyê dike yên ku aloziyê wan berbelav kiriye. Rêveberiya Xweser bi Rejîmê re danûstandin çêkir û banga lidarxistina diyalogan ji bo vedîtina çareseriyan kir. Lê Rejîmê daxwazên wê paşguh kirin û ji bo berjewendiya gelê Sûriyê kar nekir. Lê berovajî wê li gorî berjewendiyên aliyên din kar kir."

Di dawiyê de endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa got: "Rejîma Sûriyê nêrîna xwe ya leşkerî lihember aloziyê heyî neguhert. Di encama vê aloziyê de kuştin, koçberkirin, wêranî li welêt çêbûn û demografiya gelek herêman hate guhertin. Eger Rejîm vê nêrîna xwe neguhere, wê Sûriye be bi xeteriyek mezin ve biçe. Divê em bizanibin ku dewletê derve yên ku mudexeleya Sûriyê dikin, berjewendiya gelê me Sûriyê di ber çavan re derbas nakin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iuTPaCzBP2o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>