ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12 -01-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12 -01-2020
12 ÇILE, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Meclisa Malbatên Şehîdan a Şehbayê bi wesîleya 40 rojiya komkujiya li Til Rifetê meşekê li navçeya Fafînê lidar dixe, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Rewşenbîran bi hevkariya Koma Tolhildan bi armanca piştgiriya hewldanên yekrêziya kurdî û Berxwedana Rûmetê şevbuhêrkeke hûnerî lidar dixe, saet 15:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran fîlmê "Ji bo azadiyê" pêşkêş dike, saet 15:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Sûriyê ya Pêşerojê panelekê li ser koçberiyê li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê lidar dixe, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Ciwan bi hevkariya Meclisa Jinê ya Minbicê li dijî destwerdana Tirkiyê ya di Sûriyê û Lîbyayê de meşekê lidar dixe, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundê Arîda yê girêdayî Eyn Îsa yê piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk rê ji wan re peyda kir, karîn ji gund derkevin piştî ku li gorî gotinên wan du mehan ji ber topbarana bêserûber di gund de asê mabûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevî ku gelek jêderên kehrebeyê li ser bendavên Çemê Firatê li bakurê Sûriyê hene, lê pirsgirêka peydakirina parçeyên pevguherînê û amûrên kehrebeyê bandorê li hevsengiya kehrebeyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li herêma "Bê çek" şerên giran rû dan, hêzên rejîma Sûriyê tevgera xwe li nêzî Idlibê zêde kirin di demekê de Tirkiyê û Rûsyayê qala agirbesteke nû kirin. Li aliyekî din Washington û Tehranê piştî aloziyeke xeter ber bi aramiyekê ve diçin. Derbarê Lîbyayê de artêşa Lîbyayê bi kontrolkirina Sertê xewnên Erdogan xist. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa got: "Divê rejîma Sûriyê nêrîna xwe ya leşkerî li hember rewşa Sûriyê biguhere û dersê ji salên aloziyê bigire. Divê rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser li ser pêşeroja Sûriyê bigihijin lihevkirinan.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Li Tirbespiyê navnedên Hêzil û Şehîd Sasûn pêşxistin û geşkirina behreyên çandî û hunerî yên zarokan dike armanc. Navend serdana dibistan û malan dikin da ku zarokan teşwîqî fêrbûna mûzîkê bibin û çand û hunera herêmê vejînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hunermendê Kurd bi rêya stran, çîrok û destanên gelê Kurd zimanê xwe diparêze û ji nifşekî derbasî nifşekî din dike. Ev mîrasa şaristanî nifşan heta roja me ya îro veguhestine. Lê xuya dibe ku ev mîras ji hêla piraniya nivîskar û rewşenbîrên vê serdemê hatiye paşguhkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Ciwanên Ereb ên navçeya Til Hemîsê diyar kirin ku peywira wan sereke parastina xaka xwe û xurtkirina pergala parastinê ya QSD‘ê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Buroya jinûveavakirinê ya girêdayî Komîteya Rêveberiya Herêmî ya Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên xwe ji bo paqijkirina bajêr ji berhmahî û enqazan didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA