Fermandarekî payebilind di Heşd Şabî de hate kuştin

Komeke çekdar fermandarekî payebilind di Heşd Şabî de li parêzgeha Kerbela ya Iraqê de kuştin.

Fermandarekî payebilind di Heşd Şabî de hate kuştin
11 ÇILE, 2020   21:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî iraqî ji Sky News re ragihand ku fermandarê Tugeya Kerbela ya hêzên Heşd Şabî Talib Ebas El-Saidî hate kuştin. Kesên li pey kuştinê û sedema kuştinê nehat naskirin.

Kuştina El-Saidî piştî çend saetan ji definkirina cenazeyê 2 rojnamevanên ku duh ji aliyê çekdarên nenasv ve hatibûn kuştin pêk hat.

Rojnamevanekî nexwest navê xwe eşkere bike ku herdu rojnamevan li nêzî avahiya polîsan a navenda parêzgeha Besrayê ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin.