Li Babê di şerê navbera çeteyan de du sivîl hatin kuştin

Çeteyên Cebhet El-Şamiye û çeteyên Ehrer El-Şerqiye li bajarê Babê li ser qaçaxçîtiya sewalan bihev ketin. Di şerê navbera çeteyan de 2 sivîl hatin kuştin.

Li Babê di şerê navbera çeteyan de du sivîl hatin kuştin
9 ÇILE, 2020   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got: “Çeteyên ser bi dewleta Tirk a dagirker, li ser rêya El-Raî ya di navbera herêmên Bab û Sosiyan ên bakur û rojhilatê Heleb, şer kirin. Di encama guleberandina bêserûber de du sivîl hatin kuştin.”

Her wiha navendê destnîşan kir ku şer di navbera çeteyên El-Cebhe El-Şamiye û çeteyên Ehrar El-Şerqike de pêk hatiye. Şer ji ber nakokiya qaçaxçîtiya sewalan ber bi herêmên Rejîmê ve çêbûye.  

Ji aliyekî din ve çeteyên El-Cebhe El-Şamiye 13 endamên çeteyên Ehrar El-Şerqiye girtin û erebeyên wan ên tijî sewal desteser kirin. Piştre çeteyên Ehrar El-Şamiye hêzên xwe yên leşkerî zêde kirin û di encamê de şerên dijwar di navbera her du aliyan de derket. Di encamê de gelek ji wan hatin kuştin û birîndar bûn.

Li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine rojane nakokî li ser parvekirina milkên sivîlan di navbera çeteyan de derdikevin.

(şx)

ANHA