Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê oparasyonên xwe yên li Iraqê sekinandin

Îro Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê oparasyona xwe yên li Iraqê sekinandin û bal kişandin ser parastina baregehên iraqî yên ku endamên koalîsyonê lê bi cih dibin.

Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê oparasyonên xwe yên li Iraqê sekinandin
9 ÇILE, 2020   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê ku DYA`yê wê bi rê ve dibe, li ser malpera xwe ya Twitterê bi daxuyaniyekê oparasyonên xwe yên ku dane rawestandin parve kirin. Oparasyonên hatine sekinandin ev in; perwerdeyên bi hevkaran re û piştgiriya oparasyonên wan ên li dijî DAIŞ`ê ne.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tevî ku di halê hazir de oparasyon hatine sekinandin lê oparasyonên din berdewam in. Di nav de têkoşîna li dijî propagandaya DAIŞ`ê yên bi zerer, pêkanîna ewlehiyê û îbtalkirina piştgiriyan e.

Li gel vê yekê, derbarê pîvanên qanûnî û bandora biryarê li ser hêzên biyanî em bendewarên wan in.Tê zanîn ku perlemantoya Iraqê roja yekşemê anku 5’ê Çileyê hebûna hêzên biyanî li ser xaka Iraqê qedexe kir.

Û wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Bi baweriya me şerê li dijî DAIŞ`ê ji berjewendiyên giştî ye û di nav de ji berjewendiyên Iraqê re jî.”

Tê zanîn ku di heftiya derbasbûyî de li ser xaka Iraqê fermandarê Pasdarên Şoreşger ê Îranê Qasim Sulêmanî bi balafira Amerîka hate kuştin û Îranê jî baregehên amrîkî kir armanc.

(eh)