Partiya Pêşerojê ya Sûriyê çalakiyên hunerî li Şedadê lidar xistin

Bi dirûşmeya "Gula Yesmînê" Buroya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi hevkariya Komîteya Çalakiyan a Navenda Perwerdeyê ya girêdayî navçeya Şedadê, çalakiyên hunerî bi tevlibûna hunermend û xwendekarên navçeya Şedadê lidar xistin. Di nav de pêşengeha wêneyan, şanoyek ku zarokên dibistana Elewî El-Salih.

9 ÇILE, 2020   16:50
HESEKÊ

Nûnerên saziyên sivîl, mamoste û xwendekarên navçeya Şedadê tev li pêşengehê bûn. Di pêşengehê de wêneyên komek mamosteyên hatin pêşkêşkirin. Pêşengeh bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endama rêveber a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê a Şedadê Fatme El-Taraf û endamê Navenda Perwerdeyê Elî El-Cerad axivîn.

Axaftvanan destnîşan kirin ku bi armanca teşwîqkirina zarokan li ser derxistina giyana afirandina û pêşxistina behreyên wan, ev çalakî li dar xistine.

Hunermend û mamosteyê bi navê Ehmed El-Radî yê ku tev li pêşengehê bûye ev gav pîroz kir û diyar kir ku ev gav di rêya serkeftin û pêşxistina herêmê dereceya yekemîn tê hesibandin.

Hunermend Hemîd El-Derwîş hêvî kir ku ev gav bibe destpêkek nû ji herêmê re.

Di dawiya çalakiyê de Partiya Pêşerojê ya Sûriyê diyarî li wênesazan belav kir.

Wêneyên di pêşengehê de hatine pêşkêşkirin ji hêla mamosteyên navçeya Şedadê ve hatine xêzkirin.

(şx)

ANHA