Li Şedadê kêmasiya bijîşkan û xebatkarên tenduristiyê

Ji ber ku xebatkarên tenduristiyê û bijîşkên pispor lê kêm in, şêniyên Şedadê azaran dikişînin. Her wiha li navçeyê dermanxaneyên ku ji hêla kesên nepispor ve têne birêvebirin jî, zêde bûne.

Li Şedadê kêmasiya bijîşkan û xebatkarên tenduristiyê
Li Şedadê kêmasiya bijîşkan û xebatkarên tenduristiyê
Li Şedadê kêmasiya bijîşkan û xebatkarên tenduristiyê
9 ÇILE, 2020   09:08
HESEKÊ-BESIM EL-DEXÎL

Tevî ku li navçeya Şedadê gelek navendên tenduristiyê hene jî, lê dîsa kêmasiya xebatkarên tenduristiyê û bijîşkên pispor heye. Şêniyên navçeya Şedadê ji ber vê pirsgirêkê û belavbûna navendên tenduristiyê yên ku ji hêla kesên nepirspor ve têne birêvebirin, aciz bûne. 

Şêniyê bi navê Besim El-Ezîz ji şêniyên navçeya Şedadê ye û got: “Tunebûna bijîşkan bi taybet di nobedariya şevê de ji bo rewşên awarte li ser jiyana sivîlan, xetere ye. Di navçeyê de 3 yan jî 4 bijîşk hene, ew jî kilîkên xwe sibehan vedikin."

Di navçeyê de pirsgirêka tunebûna dermanfiroşên pispor jî heye. El-Ezîz diyar kir ku ji ber vê pirsgirêkê, hêsan dibe şaşî di reçeteyên dermanan de derkeve û wiha got:  “Ew jî dibe zirarê bi nexweş bike. Firoşkarên dermanxaneyan piraniya wan xwedî bawernameyên hemşîretiyê ne."

Şêniyê bi navê Husam El-Dexîl destnîşan kir ku tunebûna bijîşkan barê navenda tenduristiyê ya navçeyê zêde dike û wiha pê de çû: “Navenda tenduristiyê li gorî derfetên xwe xebatên tenduristiyê ji şêniyan re pêşkêş dikin. Şênî navendê wek lêvegereke tenduristiyê di şev û sibehê de dihesibînin.”

El-Dexîl bang li Komîteya Tenduristiyê kir ku dewriyeyên çavdêriyê li ser dermanxaneyan zêde bikin û wiha got: “Da ku kêmasiyan di dema nivîsandina reçeteya dermanan de derbas bikin. Ji ber ku yên ku raçête dinivîsin ne pispor in.”

Bijîşkên navçeyê ji destpêka aloziya Sûriyê û derketina DAIŞ û komên din ve koçber bûne.

(şx)

ANHA