Trump: Hêzên me ji her tiştî re amade ne û em ê ceza li Îranê ferz bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku hêzên wan ji her tiştekî re amade ne. Her wiha  bang li hêzên mezin kir ku ji hevpeymana nuklerî vekişin. Trump gefa ferzkirina cezayan li Îranê xwar.

Trump: Hêzên me ji her tiştî re amade ne û em ê ceza li Îranê ferz bikin
8 ÇILE, 2020   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Trump di axaftina xwe de piştî hedefgirtina Îranê ji bargehên Amerîkayê li Iraqê got: "Hêzên Amerîkayê ji her tiştekî re amade ne. Xuyaye Îranê paşde vegeriya ye."

Trump teqez kir ku di êrişên Îranê de tu birîndarî di nav refên leşkerên Amerîkayê de çênebû.

Trump wiha domand: "Dewletên cîhanê berpirsên reftariya Îranê ya ku ewlehiya cîhanê dihejîne. Dem di ser vê reftariyê re derbas bûye. Me Qasim Suleymanî yê terorîst kuşt. Wî êrişa li ser bargeha me plan kir. di encama wê êrişê de belênderek amerîkî hate kuştin. Her wiha wî êrişa li ser serferetxaneya me plan kir."

Trump bang li hêzên mezin kir ku ji hevpeymana nuklerî ya îranî vekişin. Trump cezayên aborî li ser Îranê ragihand heta ku Îran reftariya xwe rast bike.

Têkildarî rewşa Rojhilata Navîn Trump got: "Ez ê ji NATO`yê bixwazin rolek mezintir di Rojhilata Navîn de bilîze."

Trump wiha berdewam kir: "Êdî pêwîstiya me bi nuqteyên Rojhilata Navîn tune ye. Ji ber ku em mezintirîn hilberînerên petrol û gazê di cîhanê de ne."

(şx)