Misir û Ewrupa banga rawestandina destwerdana Tirkiyê di Lîbyayê de, kirin

Civîna Misir û welatên Ewrupa ya girêdayî rewşa Lîbyayê bi teqezkirina rawestandina mudexeleyên Tirkiyê bidawî bû. Her wiha hesibandin peymana Serac bi Erdogan re ne qanûnî ye û cihê meterisiyê ye.

Misir û Ewrupa banga rawestandina destwerdana Tirkiyê di Lîbyayê de, kirin
8 ÇILE, 2020   19:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî civîna di navbera wezîrên derve yên Fransa, Yewnanistan û Qibrisê girêdayî Lîbyayê de Wezîrê Derve yê Misrê Samih Şikrî teqez kir ku pêwîste mudexeleyên Tirkiyê di Lîbyayê de bên rawestandin. Her wiha bigihêjin çareseriyek siyasî ji aloziyê re.

Civîn bi armanca nîqaşkirina rewşên ku li Lîbyayê piştî mudexeleya aloztir bûne li dar ket.

Şikrî di kongreyek çapemenî de piştî civînê got: "Gefên Tirkiyê yên domdar ji bo ku bi awayekî leşkerî mudexeleya Lîbyayê bike. Bi xwe hewldaneke ji bo aliyê xwe biser bixe û kedên navneteweyî yên ku hewl didin bigihêjin çareseriyek siyasî têk bibe."

Şikrî wiha domand: Beşdarên civînê li ser destekdayîna çareseriya siyasî di Lîbyayê de bi rêya prosesa Berlînê, pêşxistina wê bi rêya rêvebirinek navneteweyî ku naheje di hefteyên bê de û pêşxistina prosesek lîbî lîbî ku warên siyasî, aborî û ewlehî vedihewîne li gorî lihevkirina şandeyê NY`î Xessan Selame lihev kirin. 

Şikrî desteka welatê xwe ji kedên aştiyê re teqez kir û got: "Em ê bi tevahiya hêza xwe di vî warî de bi şirîkên xwe yên ewropî û dewletên cîranên Lîbayayê re kar bikin di serî de parzemîna me Afrîqyayê ya ku Komîteya Yekitiya Afrîqî ya peyabilind girêdayî Lîbyayê nûnertiya wê dike."

di milekî din de Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Yves Lauderian têkildarî hevpeymana Erdogan û serokê hikumeta Terablusê Fayîz Sîrac fikarên xwe anî ziman û got,di milê qanûnî de batil e.

Lauderian hêviya xwe derbarê serketina kongreyê Berlîn ku amaje bi rewşa Lîbyayê dike anî ziman.

Wezîrê Derve yê Yunanistanê Nikos Dendias bal kişand ser hevpeymana Erdogan û Sîrac û got, bi hevpeymanên li Sexriyat re bi nakok e,her wiha destwerdana Tirkiyê ji Lîbyayê re gefan li herêmê û dewletên Ewropayê dixwe û binpêkirina biryarên navdewletî ye.

Wezîrê Nikos wiha li axaftina xwe zêde kir: "Hevpeymana Erdogan û Serac nayê pejirandin û neqanûnî  ye, li gel vê yekê destwerdana Tirkiyê di Lîbyayê de çareseriya navdewletî ya ji bo azloziyê asteng dike." 

Li ser vê esasê Nikos bang li Tirkiyê kir ku ji hevpeymanên navneteweyî  rêzdar be û bal kişand ser piştgiriya xwe ji çareseriya aloziya Lîbyayê û her wiha ji rêgeha Berlînê re.

Wezîrê Karê Derve yê Yewnanistanê got  Tirkiyê hewl dide rê li pêşiya pêşketina jêderên Qibirsê bigre di nîşaneyekê deji  vekolandinên  gazê yên Tirkiyê yên ne qanûnî li rojhilata Deryaya Spî, muzekeriya lihevkirina di navbera Erdogan û Serac de yên têkildarî diyarkirina sînorên deryayî.

 (eh)