Di berxwedana QSD`ê ya li hember êrişên li ser gundê Dibisê de 7 çete hatin kuştin

Di encama berxwedana QSD`ê ya li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê Dibis ê li rojavayê gundewarê Eyn Îsayê de, 7 çete hatin kuştin.

Di berxwedana QSD`ê ya li hember êrişên li ser gundê Dibisê de 7 çete hatin kuştin
8 ÇILE, 2020   17:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk di çarçoveya mafê parastina rewa de, êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundê Dibis li rojavayê gundewarê Eyn Îsayê şikandin. Di encamê de 7 çete hatin kuştin tevî bêbandorkirina erebeyek leşkerî ku çeka doşka li ser re.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê di bin topbarana bi moşek û fuzeyan de êrişî gundên Dibis û Hoşan ên gundewarê Eyn Îsayê kirin.

(şx)

ANHA