Îranê êrişî baregehên DYE'yê kir

Îranê ragihand ku ji bo bersivdana kuştina Qasim Silêmanî êrişî baregehên hewayî ya Emerîkayê yên li Iraqê, kir.

Îranê êrişî baregehên DYE'yê kir
8 ÇILE, 2020   06:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Êriş di saetên derengiya şevê de li dijî baregeha hewayî ya Eyn El-Esad a li rojavayê Iraqê û li Hewlêrê pêk hat. Tê gotin ku di êrişê de fuzeyên ji bejahî hatine bikaranîn û herî kêm 10 fuze li baregehê ketine.

Di nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê de hate ragihandin ku êrişa li dijî baregeha bersiva ji bo kuştina Qasim Silêmanî ye. Di nûçeyê de ku agahiyên xwe dispêre rayedarên dewletê yên Îranê, gef hate xwarin ku di êrişeke gengaz a DYE'yê de wê 'bersiveke hîn bêhtir hilweşîne' bê dayin.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp jî der barê êrişê de daxuyaniyek da û diyar kir ku haya wî ji êrişê heye û rewşê ji nêz ve dişopîne.

Berdevka Trûmp Stephanîe Grîsham jî destnîşan kir ku Serokê DYE'yê piştî êrişê bi şêwirmendên xwe yên ewlekariya neteweyî re civiya.

Her wiha Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman der barê êrişa li dijî baregeha hewayî ya Eyn El-Esad a li rojavayê Iraqê û ya li Hewlerê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ji bo nirxandina xisarê kar dikin.

Wezareta Parastinê ya DYE'yê ragihand, Îranê bi zêdeyî 12 fuzeyên balîstîk li baregehên El-Esed û Erbîlê yên li Iraqê xistiye. Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman der barê mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Eşkere ye ku ev fuze ji Îranê hatine avêtin û hedefa wan jî baregehên El-Esed û Erbîlê bûn ku leşkerên DYE û koalîsyonê têde dimînin. Em hewl didin xisara destpêkê binirxînin. Pentagonê li dijî êrişên gengaz ên Îranê tedbîr hemû wergirt û her du baregeh jî li dijî êrişeke gengaz a Îranê hatibûn amadekirin."

Artêşa Mûhafizên Şoreşê ya Îranê jî bi daxuyaniyekê ragihand, heger DYE`yê bersiva êrişê bide dê hîn bi xurtî û hilweşîner bersivê bidin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku di çarçoveya operasyona tolhildana Qasim Silêmanî de bi fuzeyên balîstîk li baregeha hewayî ya Ayn El-Esed a li Iraqê hate xistin û hate gotin, "Di her şert û mercî de wê çavkaniya çalakiyên êrişkarî û dijminane yên li dijî Îranê bibin hedef. Di sûcê kirin de rejîma Siyonîst jî sûcdar e, em wan ji rejîma DYE`yê ya sûcdar cuda nabînin."

Mûhafizên Şoreşê yên Îranê diyar kirin ku heger êriş li dijî xaka wan were kirin ew ê jî li Dûbayî, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Îsraîlê jî bixin.

İRAN: 80 AMERÎKÎ HATIN KUŞTIN

Televizyona dewletê ya Îranê jî ragihand ku di êrîşan de 80 welatiyên Amerîka hatine kuştin.