Trump: Em ji Iraqê venakişin û ji her bersivekê re em amade ne

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro got, welatê wî ji her bersivdayînekê ji hêla Îranê ve amade ne û ji Iraqê venakişe.

Trump: Em ji Iraqê venakişin û ji her bersivekê re em amade ne
7 ÇILE, 2020   21:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Trump di kongreyek çapemeniyê de got: "Daxwaze min ji bo kişandina hêzên amerîkî ji Iraqê heye lê ne niha. Ji ber ku kişandina wan di vê demê de ji Iraqê re wê encamên wê dijwar e."

Trump wiha domand: "Amerîka nafikire cezayan li Iraqê ferz bike madem bi rêzdarî bi me re dide û distîne. Em dixwazin Iraq bi ewlehiya xwe eleqedar be."

Her wiha got: "Eger divê em ji Iraqê derkevin wê demê em ê rê bidin Îranê da ku derbasî herêmê bibe."

Têkildarî hedefgirtina Suleymanî Trump got: "Amerîka ji demek dirêj ve li pey Sulyemanî bû ku plan êrişek mezin dikir."

Trump anî ziman ku Washington ji her bersîvdaniyek muhtemel re ji hêla Îranê ve piştî kuştina Suleymanî amade ne û got Îran dê ji encamên bersîvdayînê bi tundî azar bikişîne.

(şx)