Şêxo: Tirkiyê rewşa li Idlibê aloztir dike, deriyê me ji koçberan re vekirî ye

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundewarên wê Mihemed Şêxo got: "Tirkiyê berpirsê xirabûna rewşa mirovî ya Idlibê ye. Desteka Tirkiyê ya ji komên çeteyan re rê li pêşiya êrişên hêzên rejîma Sûriyê li ser Idlibê vedike."

Şêxo: Tirkiyê rewşa li Idlibê aloztir dike, deriyê me ji koçberan re vekirî ye
8 ÇILE, 2020   05:35
MINBIC-SELWA EBDULREHMAN

Ji ber hewldanên rejîma Sûriyê ji bo ku careke din Idlibê kontrol bike, qada Idlibê veguheriye qada şerê di navbera çeteyên ku Tirkiyê desteka wan dike û rejîmê de. Li gel desteka Tirkiyê ji komên çete re di serî de çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam(Cebhet El-Nusra berê) û zêdekirina rejîmê hêzên xwe yên leşkerî metirsiyên şerekî ku dibe bibe sedema mirina bi hezaran sivîlan çêdike.

Girêdayî mijarê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundewarên wê Mihemed Şêxo got: "Aloziya Idlibê roj bi roj gurtir dibe. Ji ber ku komên terorîst ên li Idlibê rewşê aloztir dikin û sûriyan aloziya xwe li ser masaya diyalogê çareser nekir da ku Sûriyê biparêzin, ji terorê rizgar bikin û ewlehiyê pêk bînin."

Şêxo anî ziman ku diyalog tekane rêya çareserkirina aloziya Sûriyê û pirsgirêka Idlibê ye û wiha domand: "Ji ber mudexeleyên aliyên navneteweyî û desteka komên çekdar di serî de dewleta Tirkiyê ya bi serkêşiya AKP`ê pirsgirêka Idlibê aloztir dibe. AKP`ê xwedî li komên çeteyan li Sûriyê derdike tevî ku beriya wê desteka çeteyên DAIŞ`ê kir û derbasbûna wan ji Sûriyê re hêsan kir."

Mihemed Şêxo di nav axaftina xwe de got: "Topbarana rejîma Sûriyê û Rûsyayê bajarê Idlibê gelek şênî neçar kir ku ji bajêr ber bi herêm û gundên Sûriyê yên cuda ve koçber bibin."

Hevserokê Meclisa Rêveber ê Rêveberiya Sivîl a Minbicê û gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo Di dawiyê de Şêxo bal kişand ser ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne koçberên Idlibê pêşwazî bikin û got: "Deriyên me ji koçberan re vekirî ne. Ji ber ku aloziya Idlibê aloziyek mirovî ye, bi taybet di vê werza sar de."

(şx)
ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/I0OXnZ9vHHM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>