Çeteyan li Girê Spî li ciwanekî dan û gefa kuştinê lê xwarin

Li bajarê Girê Spî ya dagirkirî çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li ciwanekî dan û gefa kuştinê lê xwarin.

Çeteyan li Girê Spî li ciwanekî dan û gefa kuştinê lê xwarin
7 ÇILE, 2020   21:16
GIRÊ SPÎ

Çavkaniyekî ji bajarê Girê Spî ya dagirkirî diyar kir çeteyên bi navê Feyleq El-Mecd ên ku desteka xwe ji dewleta Tirk digirin duh li ciwanê bi navê Umran Mihemed dan ku xwediyê belavkirina internêtê ye.

Li gorî çavkaniyan sedam lêdanê ew bû ku Umran qebûl nekir internêtê bighîne navendên çeteyan ji ber ku pereyên wî nadin wî.

Çeteyên ku girtin ser firoşegehê Umran ji bo şêniyên bitirsînin bêserûber gule reşandin û gefên kuştinê lê xwarin.

Heman çavkanî anî ziman ku çeteyek bi navê Ebû Mistefa El-Hilo ji şêniyan re got,"Xwepêşandan bi kêr nayên ku me ji vir derxîne, hûn kengî bixwazin derkevin."

Çeteyên navê "Feyleq El-Mecid" li xwe dikin, di hefteya derbasbûyî de welatiyê bi navê Emar Hisên El-Hecî ê ji bajarê Girê Spî qetil kirin û hewl dan erebeya wî bidizin. Li dijî vê yekê şêniyan di nava du rojan de xwepêşandan lidar xistin û xwestin ku dagirkerî ji bajêr derkevin.

(eh)

ANHA