‘Binpêkirinên Tirkiyê sûcên şer e‘

Endamên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya şaxê navçeya Şedadê diyar kirin ku binpêkirinên Tirkiyê yên li bajar û Rojhilatê Sûriyê sûcên şer e û destnîşan kirin ku dagirkriy Tirk "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" wekî amûrekî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tîne.

‘Binpêkirinên Tirkiyê sûcên şer e‘
5 ÇILE, 2020   06:47
HESEKÊ – BASIM DEXÎL

Bertekên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê û bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî van êrişan zêde dibin.

Endamê Buroya Ciwanan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya navçaya Şedadê Riyad Hemze El-Sultan sûcên dagirkeriya Tirkiyê û nêzîkatiyên wê yên bi hinceta "Herêma ewle" û bihaneyên rewa şermezar kir.

El-Sultan destnîşan kir ku Tirkiyê "Artêşa Niştimanî" ya ku ji xelkê Sûriyê yên hatin xapandin pêk tê, di êrişên xwe yên li ser xaka dayîkê de bi kar anîn, piştre sînorê xwe li pêşiya wan girt da ku berdewana wa di şer de mîsoger bike û nehêle birevin, ev hemû ji bo berjewendiyên Tirkiyê ne.

El-Sultan bal kişand ku dagirkeriya Tirk hewl dide demografyaya herêmê biguhere û wiha domand: "Ev yek di lêkirina dîwaran li Efrîn, Cerablus û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine de eşkere dibe."

Sultan di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku sûcên Tirkiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dighêje asta sûcên şer û ev tişt got: "Erodagn bi rêya guhertina demografî hewl dide herêmên di bin dagirkeriya xwe de berfireh bide û destwerdanê di xaka erebî de bike. Ev jî di êrişên çeteyên wê yên li hemberê artêşa Niştimanî ya Lîbayê de diyar dibe."

Endama Buroya Ciwanan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Fatima El-Teraf diyar kir ku "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" bûye amûrek di destê Tirkiyê de da ku pê armanc û hewldanên xwe yên di Sûriyê û welatên din de pêk bîne û got: "Tişta ku dagirkeriya Tirk li Sûriyê û derveyî dike ji bo avkirina împratoriya Osmanî ye."

Fatim El-Teraf sûcên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet  li Girê Spî û Serêkaniyê tên kirin û koçberkirina bi zorê şermezar kir.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RDApLW4CaX0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>