Lihevkirinek nêz, gelo wê Hemas li beramberî îtîrafkirinê dev ji çekê berde?

Çapemeniya Israîlê careke din behsa nêzîkbûna lihevkirina "Agirbestek demdirêj" di navbera Hemas û Israîlê de kir. Berovajî nûçeyên derbasbûyî yên ku digotin: "Pirsgirêkek di lihevkirinên agirbestê ku sponseriya wê Misr, Qeter û NY`î dike de heye."

Lihevkirinek nêz, gelo wê Hemas li beramberî îtîrafkirinê dev ji çekê berde?
5 ÇILE, 2020   05:35
XEZA-UMER MUSA

Çapemeniya Israîlê careke din behsa nêzîkbûna lihevkirina "Agirbestek demdirêj" di navbera Hemas û Israîlê de kir. Berovajî nûçeyên derbasbûyî yên ku digotin: "Pirsgirêkek di lihevkirinên agirbestê ku sponseriya wê Misr, Qeter û NY`î dike de heye."

Lê tişta nû mîna ku çapemeniya Israîlê li ser zimanê çavkaniyên emnî yên israîlî bibîr xistiye, pêşketinek mezin di lihevkirina agirbestê de bi tevgera Hemasê re çêbûye. Jê pevguherîna dîlgirtiyan, agirbestek demdirêj, sivikkirina dorpêça Israîlê li ser Xezayê û pêşxistina projeyên geşpêdanê û xêrxwaziyê yên navneteweyî li Xezayê.

LIHEVKIRINEK MÎNA LIHEVKIRINA OSLOYÊ

Li bermanberî vê lihevkirinê, Israîl îtîraf bi tevgera Hemasê dike wek aliyek filistînî fermî ne wek tevgerek terorîst. Tevgera Hemasê dev ji rêgaza xwe ya çekdarî di danûstandina xwe de bi Israîlê re berdide. Ev tê wateya avakirina zemînek ji bo lihevkirina mezintir di navbera Hemas û Israîlê de mîna lihevkirina Aştiyê "Oslo" pêk were, ya ku Israîlê bi Rêxistina Rizgarkirina Filistînê re mohr kiriye.

NAVBEYNKARIYEK MISRÎ

Li gorî ku çapemeniya Israîlê ragihandiye ev bendên lihevkirinê di civîna dawîn de ya meclisa wezarî ya Israîlê ya biçûk a karûbarên siyasî û emnî  "Kabînêt" hatine nîqaşkirin. Li gorî ku wezîran di "Kabînêt" de ragihandine, agirbest wê di çend hefteyan de bikeve meriyetê. Navbeynkarên lihevkirinê di serî de Misr zextê dikin ji bo ku agirbest pêk were.

Serokê meclisa ewlekariya neteweyî ya Israîlê  Meir Bin Shabat bibîr xist ku Israîl li gorî lihevkirinê wê hêsanan li ser asta sivîl li beramberî rêgirtina li pêşiya avêtina moşekan ber bi Israîlê ve û kêmkirina xweşpendanan li ber sûra emnî ya di navbera  Israîl û Xezayê de pêşkêş bike.

AGIRBESTA LI FILISTÎNÊ LI BERAMBERÎ WÊ ZÊDEBÛNA ASTA NAKOKIYÊN LUBNAN Û SÛRIYÊ

Girêdayî heman mijarê çavkaniyên emnî israîlî destnîşan kirin ku hewldana Israîlê ji bo pêkanîn lihevkirinê di çarçoveya hewldanên wê de ji bo ku bi aliyê bakur bi Hizbullah, Sûriyê û Îranê mijul bibe tê.

Çavdêrên filistînî diyar kirin ku desteya bilind a meşên vegerê û şikandina dorpêçê çalakiyên heftane rawestandin û li şûna wê dê her meh carekê û di boneyên neteweyî de lidarkevin. Ev ragihandin di çarçoveya pêşkêşkirina tevgera Hemasê de erkên agirbesta bi Israîlê re tê.

Çavdêran li gorî nîşaneyên meydanî destnîşan kirin ku pêşketinek rast di lihevkirinên agirbsetê de bi Israîlê re pêk hatiye ruxmî ku Hemasê berovajî wê ragihandiye.

DESTHILATDARIYA FILISTÎNÊ VAN LIHEVKIRINAN RED DIKE

Derbarê mijarê berdevkê Tevgera Fetih Osama El-Qewasmî ji ajansa me re axivî û got: “Lihevkirinên Israîl bi Hemasê re li gel lihevkirina serdemê ya Amerîkayê ji bo bidawîkirina doza filistînî tên. Ji ber ku rolek di ciyawazkirina beşa Xezayê de ji Berava Rojava (Difa Xerbiye) dilîze. Desthilata Filistînê van lihevkirinan red dike. Ji ber ku saziyên rewa û fermî yên filistînê derbas dike. Serokê Filistînê Mehmûd Ebas di zêdetirî carekê de teqez kir ku ew wan lihevkirinan red dike.”

El-Qewasmî diyar kir ku desthilata Filistînê projeyên girêdayî van lihevkirinan qebûl nake û wiha pê de çû: “Ev lihevkirin li gorî pêwîstiyên lihevkirina serdemê ji bo tesfiyekirina doza Filistînê ne.”

‘HEBÛNA LIHEVKIRINEK GIŞTÎ DI NAVBERA HEMAS Û ISRAÎLÊ NE RAST E’

Berdevkê Tevgera Hemasê Hazim Qasim got: "Nûçeyên girêdayî lihevkirinek giştî û lihevkirina pevguherîna dîlgirtiyan di navbera Hemas û Israîlê de bi sponseriya Misrê  ku çapemeniya Israîlê belav dike ne rast in."

Qasim wiha domand: "Tişta ku bi sponseriya Misrê di navbera Israîl û Hemasê de pêk tê, bi xwe sivikkirina dorpêça ku ji zêdetirî 12 salan ve li ser Xezayê hatiye ferzkirine."

Qasim di nav gotinên xwe de got: "Zû ye mirov behas lihevkirina agirbestê bi Israîlê re bike. Wê bendên lihevkirinên berê pêk neanîne. Dorpêça li ser Xezayê sivik nekir. Ev tê wateya ku ne pêkane lihevkirin pêş bikeve madem Israîl şertên berê yên agirbesta bi Xezayê re pêk nîne. Ji mafê gelê me ye bi azadî û rûmet li ser axa xwe bijî, têkoşîna xwe ji bo ku ji dagirkeriyê xilas bibe bidomîne."

Qasim diyar kir ku navbeynkarên agirbestê tu şert  li tevgerê ferz nekiriye ji bo dev ji rêgaza xwe çekdar berdin, li beramberî peydakirina cihek navneteweyî ji tevgerê re û got: "Berxwedana çekdarî berbijarkek sabît e. Çedîn temen buha be Hemas dev ji berbijarekê bernade."

Girêdayî nûçeyên ku behs dikin ku lihevkirina pevguherîna dîlgirtiyan nêz e Qasim got: "Israîl di vê mijarê de ne cidî ye. Bi hestên malbatên leşkerên li cem baskê leşkerî ya Hemasê Tugeyên El-Qessam dîl girtîne dilîze."

‘HEWLDANÊN NAVNETEWEYÎ JI BO KEDÎKIRINA HEMASÊ’

Her wiha nivîskar û şîrovekerê siyasî Dr.Sabit El-Emûr got: “Hewldanên navneteweyî ji bo kedîkirina Tevgera Hemasê hene. Mîna ku bi Rêxistina Rizgakirina Filistînê pêk hatiye. Rêxistinê piştî lihevkirina bi Israîlê re dest ji têkoşîna xwe ya çekdarî berda.”

El-Emûr hebûna sozên navneteweyî ji bo peydakirina cihek navneteweyî ji Hemasê re mîna desthilata Filistinê dûr nabîne ji ber ku Hemas aliya herî bi hêz li ser qada filistînî tê hesibandin.

‘HEMAS DEV JI HÊZA XWE YA LEŞKERÎ BERNADE’

El-Emûr destnîşan kir ku Hemas dev ji hêza xwe ya leşkerî li beramberî lihevkirina agirbestê bi Israîlê re bernade û got: "Tevgerê ketiya ferqê ku di encama hêza wê ya leşkerî de gihaştiya vê astê. Ew beyî  wê hêzê, xwe wek qurbanekê di qesabxaneya navneteweyî de pêşkêş dike û tiştek li beramberî wê bidest naxe. "

El-Emûr di dawiyê de got: "Eger lihevkirinên agibestê li ser bingeha bêçekkirina hemasê ava dibin, wê di demek nêz de bibin kevin. A ku hatiya pêşkêşkirin, kedîkirina Hemasê û sînordarkirina bikaranîna çek e, ne bêçekkirina wê ye. Dibe ku ev lihevkirin li hember aloziyên jiyanî, mirovî û aborî yên Xezayê biserkeve."

(şx)

ANHA