​​​​​​​Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya borî

Di hefteya derbasbûyî de li Iraqê piştî qetilkirina Qasim Suleymanî geşkirinek xeter rû da. Siya xwe berda ser tevahiya Rojhilata Navîn. Hemû li benda bersîvdayîna Îranê ya muhtemel in. Çavdêran diyar kirin ku Washington neçare li planên xwe li Sûriyê vegere û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk bike.

​​​​​​​Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya borî
5 ÇILE, 2020   05:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî behsa geşkirina li Iraqê û endamên kuştina Suleymanî li Rojhilata Navîn kirin. Tevî mudexeleya Tirkiyê di Lîbyayê de.

EL-EREB: GEŞKIRINA ÎRANÊ LI IRAQÊ AMERÎKA NEÇAR DIKE LI PLANÊN XWE YÊN ROJHILATA NAVÎN VEGERE

Rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî di karûbarên Sûriyê de behsa gelek mijaran kirin jê hebûna Amerîka li Sûriyê. Di vî warî de rojnameya El-Ereb got: Dîplomasiyên rojavayî texmîn kirin ku geşkirina di navbera Amerîka û Îranê li Iraqê li planên  Washingtonê li Sûriyê vede. Piştî ku DYA ji çend nuqteyan li Bakur û Rojhilatê  Sûriyê vekişî. Tenê girîngî da parastina zeviyên petrol û gazê yên di bin kontrola hevalbendiya xwe Hêzên Sûriya Demokratîk.

Dîplomasiyan destnîşan kirin ku bûyerên di navbera Washington û Tehranê de li Iraqê rû didin wê helbet bandor li rewşa Kurdan li Sûriyê bike.

Dîplomasî dûr nabînin ku DYA`yê careke din hêzên xwe li herêma rojhilatê Sûriyê yên nêzî sînorên Iraqê, nêzî nuqteyên tugeyên Hizbullah El-Iraqî tevî milîsên din ên alîgirên Îranê belav bike.

Şîroveker dibêjin ku gelek hêzên herêmî û navneteweyî wê jig ava Washingtonê nerazî bin bi taybet Tirkiyê. Ya ku hewl daye DYA`yê hêzên xwe li Sûriyê kêm bike bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û asta piştgiriya DYA`yê ji yekîniyên kurdî re qels bike.

Tê texmîn kirin ku rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump teşeya hebûna hêzên amerîkî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û mijara xurtkirina hêza hevalbendiya xwe Yekîneyên Parastina Gel a Kurdî nîqaş bike.

Tirkiyê ya ku birêvebirina şer bi gelek dewletên herêmî û navdewletî girêdayî Lîbya û Rojhilata Navîn re mijul bûye nikare zextê li Washingtonê careke din bike.

EL-BEYAN: ISRARA TIRKIYÊ LI HEMBER PÊŞDEÇÛNA SÛRIYÊ BI PIŞTEVANIYA RÛSYAYÊ

Têkildarî mijarê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Tevî ku xewnên "herêma ewle" yên dewleta Tirk li Bakurê Sûriyê bi pêşketina leşkerî ya Sûriyê û helwesta Rûsyayê ya redker têk çûn, lê rayedarên dewleta Tirk hê jî hewl didin li ser hîmên dagirkirinê bimînin."

Rojnameyê wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk îdia kiribû ku ji bo şerê terorê derbasî Sûriyê bûye û piştî peywira xwe bi dawî kir, dê jê derkeve. Lê belê siyaset û biryarên wê yên dawîn, berjewendiyên dewleta Tirk ên dagirkirina xaka Sûriyê, eşkere kirin. Li aliyekî din jî hêzên hikumeta Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê êrişên xwe li Idlibê li dijî berîka mezin a dawîn a çekdarên li Sûriyê, pêk tînin."

ŞERQ EL-EWSET: ENQERE NIYETA XWE DI ŞANDINA ŞERVANÊN SÛRÎ JI LÎBIYAYÊ RE, TEKEZ DIKE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsand:"Hikûmeta Tirkiyê muzekireyek ji Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan hatibû îmzkirin pêşkêş kir. Têde dixwaze ku derfet bide wan ku hêzên leşkerî ber bi Lîbyayê ve bişîne. Ev yek li gorî xwesteka ku hikûmeta  "Wîfaq" li Terablusê bi serkêşiya Fayiz El-Sirac hat kirin."

EL-EREB: HEMAS JI DIJMIN BER BI ŞIRÎKEK MUHTEMEL JI ISRAÎLÊ RE

Girêdayî karûbarê israîlî rojnameya El-Ereb got: Gerînendeyên israîlê hişyarî ji siyasetên serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu li hember Xezayê dan ku dibe Hemasê xurt bike û desteka hikuma wê bike.

Çavkaniyan dîtin ku lihevkirina agirbestê yak u Israîl hewl dide bi hikumeta Filistînê re mohr bike, derfetên bêtir ji vê rêxistinê re peyda dike bi şêwazekê wê vediguherîne xeteriyek stratejîk cidî li başûrê Israîlê.

Meclisa wezarî ya Israîlê ya biçûk a karûbarên siyasî û emnî roja Çarşemê dest bilidarxistina civînan ji bo nîqaşkirina dosyaya çareseriyê bi Hemasê li Xezayê kir.

Destya weşanê ya Israîlê bibîr xist ku wezîran li meclisê roja Yekşemê deteyên lihevkirina çareseriyê wergirtin. Ev lihevkirin bi sponseriya Misrê ji bo pêkanîna agirbestek demdirêj bi Hemasê re dibe ku bigihêje 10 salan pêk hat.

Gerînendeyên Israîlê metirsiyên xwe ji lihevkirinê anîn ziman ku dibe ev mijar ne girêdayî biryarên çawanî ne ku hikumeta Israîlê ji bo ku bersîva şertên emnî diyar ku mentiqa şer ferz dike bide. Lê belê ev lihevkirin nêzikbûnek stratejiyek demdirêj  vedide. Israîl bi rêya wê pişta xwe dide hevpariya xwe bi Hemasê re ya ku li ser hesabê her hevpariyek di pêşerojê de bi desthilata Filistînê re li Ramallah li Difa El-Xerbiye pêk were.

ŞERQ EL-EWSET: IRAQ LI BER DERIYÊ VOLKANÊ YE...ÇAVDÊRIYA HERÊMÎ Û NAVDEWLETÎ LI SER BERSIVDANA ÎRANÊ

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa kuştina Qasim Suleymanî kir û di vê çarçoveyê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Rojhilata Navîn û pê re jî tevahî cîhanê, di rewşeke encamdayîna kuştina DYA’yê ya fermandarê Feyleqa El-Qudis a Îranê Qasim Suleymanî bi derbeya asîmanî tevî fermandarên Iraqê hatiye hedefgirtin de, dijî. Ji nav wan kesên ku hatine hedefgirtin, cîgirê serokê desteya El-Heşd El-Şebî ya Iraqê Ebû Mehdî El-Muhendis bû. Derbeya asîmanî di berbanga înê li balafirgeha Bexdayê ya navdewletî, pêk hat."

Rojnameyê wiha lê zêde kir: "Îranê li ser zimanê rayedarên xwe yên mezin, leza soza "tolhildana tund" li ser kuştina fermandarê leşkerî da. Rayedaran got ku bersiv dê di dem û cihê guncaw de be. Lê li aliyekî din derbeya Amerîkayê, Iraq danî li ser deriyê volkanê."

(bb)

ANHA