ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-1-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-1-2020
5 ÇILE, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeyên Amûdê û Tirbespiyê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin, saet 12:30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan, şehîdên mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi bîr tînin, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Girkê Legê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah meşekê lidar dixe, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kongreya Star a kantona Efrînê civîna xwe ya salane li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar dixe, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star û Buroyên Jinan ên taxê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyekê li ber avahiya Meclisa Sûriya Demokratîk dide, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê yên ji ber êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gotin, Rûsiya û rejîma Sûriyê ji binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li dijî wan berpirsyar e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Qamişlo bang li partî û rêxistinên siyasî yên kurdî kirin ku bêyî şertên pêşî li ser maseyekê rûnên, nakokiyên xwe deynin aliyekî û yekitiya xwe ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Du koçberên jin ji Serêkaniyê destnîşan kirin ku cîranên wan jê re dîmen û qeydên deng şandine û gotin malên wan hatine talankirin û malbatên çeteyan lê hatine bicihkirin û gotin: "Daxwaza me ya tekane em vegerin warên xwe piştî ku çete ji Serêkaniyê derkevin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya şaxê navçeya Şedadê diyar kirin ku binpêkirinên Tirkiyê yên li bajar û Rojhilatê Sûriyê sûcên şer e û destnîşan kirin ku dagirkriy Tirk "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" wekî amûrekî ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şirketa Kehrebê ya Minbicê hemû projeyên di plansaziya 2019‘an de danîbûn bi cih anî û dest bi projeya yekem a sala 2020‘an kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Di hefteya derbasbûyî de li Iraqê piştî qetilkirina Qasim Suleymanî geşkirinek xeter rû da. Siya xwe berda ser tevahiya Rojhilata Navîn. Hemû li benda bersîvdayîna Îranê ya muhtemel in. Çavdêr diyar kirin ku Washington neçare li planên xwe li Sûriyê vegere û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk bike. (BI WÊNE).

- Çapemeniya Israîlê careke din behsa nêzîkbûna lihevkirina "Agirbestek demdirêj" di navbera Hemas û Israîlê de kir. Berovajî nûçeyên derbasbûyî yên ku digotin: "Pirsgirêkek di lihevkirinên agirbestê de yên bi sponseriya Misr, Qeter û NY`î de heye." (BI WÊNE).

JIN

- Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê projeya baxçeyên sergirtî li herêma Hikûmiyê da destpêkirin. Di projeyê de 15 jin dixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

Piştî ku DYA’yê 2’yê Çile li ser rêya balefirgeha Bexdayê bi êrîşeke hewayî fermandarê Hêza Qudsê Qasim Silêmanî, ku operasyonên derve yê Zêrevanên Şoreşa Îranê rê ve dibe û Alîkarê Serokê Heşdî Şebî, hêza milis a Iraqî û alîgirê Îranê Ebû Mehdî El Mihendis kuşt, rageşiya di navbeyna DYA û Îranê de zêde bû. (BI WÊNE)

ANHA