Meclisa Rêveber xebatên meclisa Dêrazorê şopandin

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civînekê de xebatên sala borî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê re şopand.

Meclisa Rêveber xebatên meclisa Dêrazorê şopandin
4 ÇILE, 2020   20:08
DÊRAZOR

Civîn li hola Civînana a Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya herêma Kisrat a rojavayê Dêrazorê bi beşarbûna Hevserokên Meclisa Rêveber Ebd Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid, hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê, rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Erka Xweparastinê û Koordînasyona Jin a Dêrazorê hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif axivîn bi xêrhatina beşdaran kir û serokên komîteya vexwend da ku xebatên xwe yên sala 2019‘an bide naskirin. Piştî nîqaşên xebatên meclisê derbarê plansaziya sala nû de pêşniyar hate kirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd Hamid El-Mihbaş bal kişand ku gereke rewşa ewlehî û xizmetguzarî were pêşxistin û got, divê sala nû sala proje û pêşketinê.

ANHA