Zerîf: Bidawîbûna hebûna Amerîkayê li rojavayê Asyayê destpê kir

Wezîrê Karê Derve yê Îran Mihemed Cewad Zerîf  got: "Dawiya hebûna Amerîka ya qirêj li rojavayê Asya destpê kir".

Zerîf: Bidawîbûna hebûna Amerîkayê li rojavayê Asyayê destpê kir
4 ÇILE, 2020   20:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Derve yê Îranê li ser hesabê xwe yê twîtterê rexne li Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pempeo kir ku wî wekî "Qeşmerekî qure  bi maskê doplomatekê " bi nav kir.

Zerîf anî ziman ku bi sed hezaran iraqî îdiayên Pempeo yên li ser twitterê ya piştî kuştina Suleymanî dabû red kirin û got " Dawiya hebûna Amerîka ya qirêj li rojavayê Asya destpê kir".