​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker gundewarê Eyn  Îsayê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê depoyên Qiz Elî û gundên Hoşan, Xalidiye û Salîbî yên girêdayî Eyn Îsayê topbaran dikin. Hêzên Sûriya Demokratîk di çarçoveya parastina rewa de bersîva êrişê dan.

​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker gundewarê Eyn  Îsayê topbaran dikin
4 ÇILE, 2020   19:22
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê depoyên Qiz Elî û gundên Hoşan, Xalidiyê û Salîbî yên girêdayî navçeya Eyn Îsayê bi hewan û obûsan topbaran kirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk di çarçoveya parastina rewa de bersîva jêderên êrişê da û nuqteyên çeteyan li dora depoyên Şirkirak kirin hedef.

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xalidiye û seyrangeha El-Saqir bi 3 km li rojavayê Eyn Îsayê topbaran dikin.

(şx)

ANHA