Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê rêbazên pêxistina karê xwe nîqaş kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê di civîna xwe ya salane de rêbazên zêdekirina kedan ji bo şikandina êrişên li ser herêmê û meşandina xebatan ji bo aktîvkirin. Pêşxistina deste, buroyên Rêveberiya Xweseriya Demokratêk, derbaskirina kêmasiyan, danîna stratejiya 2020`an û xurtkirina karê xwe ji bo ku bi awayekî bêtir xizmeta gel bikin nîqaş kirin.

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê rêbazên pêxistina karê xwe nîqaş kir
Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê rêbazên pêxistina karê xwe nîqaş kir
Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê rêbazên pêxistina karê xwe nîqaş kir
Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê rêbazên pêxistina karê xwe nîqaş kir
30 kanûn, 2019   17:10
QAMIŞLO

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê civîna xwe ya salane di roja duyamîn de didomîne. Civîn li hola meclisê li navçeya Amûde lidar ket. Meclisê bi armanca nîqaşkirina xebatên xwe yên sala 2019`an tevî kêmasî û astengiyên rastî wê hatine li dar xist.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Talat Yunês û Nazîre Gewriye, hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê Hisên Hezam û Arya Mele Ehmed, şêwirmenda Rêveberiya Xweser Dîlber Yusif, hevserokên desteyên Rêveberiya Xweser ên 10 û hevserokên buroyên rêveberiyê yên 7 tev li civînê bûn.

Di civînê de ronahî hate berdan ser xebatên deste û buroyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonên Hesekê û Qamişlo di sala 2019`an de.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Nazîra Gewriye ji ajansa me re axivî û got: Sala 2019`an salek tijî karestên xwezayî bû ji lehî û şewatên bizanabûn ên ku hilberînên şêniyên herêmê ketin. Hinek aliyên bi rêya van şewatan armanc kirin vîna gel bişkînin û aboriya wî têk bibin. Her wiha komployên dijber mîna êrişa Tikriyê û çeteyên wê li ser herêmên me yên heta niha domdar.

Nazîra wiha domand: "Ruxmî wê jî lê Rêveberiya Xweser hîna li hember tevahiya komployên ku şikandina vîna gelên herêmê û projeya me ya demokratîk armanc dikin liber xwe dide. Ev proje bi saya xwîna şehîdan, têkoşîna Hêzên Sûriya Demokratîk û hevgirtina tevahiya pêkhateyên herêmê li hember dijmin pêk hat."

Nazîra diyar kir ku di civînê de rêbazên zêdekirina kedan ji bo şikandina êrişên li ser herêmê, berdewamkirina xebatan ji bo çalakkirin û pêşxistina deste û buroyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, derbaskirina kêmasiyan, danîna stratejiya 2020`an û xurtkirina karê xwe ji bo ku bi awayekî bêtir xizmeta gel bikin nîqaşkirin.

Girêdayî astengî û zehmetiyên ku di 2019`an de rastî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatine Nazîra diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hezaran malbatên koçber re ji tevahiya herêmên Sûriyê bû stargeh. Rêveberiyî jî tevahiya pêwîstiyên wan pêşkêş kirin. Piştî êrişên Tirkiyê bi hezaran sivîl ji bajarên Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûn û rêxistinên navdewletî karê xwe li herêmê rawestandin, ev tişt jî barên Rêveberiya Xweser zêde kirin.

Nazîra wiha domand: Me du kamp; "Weşûkanî li kantona Hesekê û Girê Spî. Ji bo hemêzkirina koçberan vekirin. Pêdiviyên pêwîst ji wan re hatin pêşkêşkirin. Lê hîna kêmasî hene. Ji ber ku kamp nû ne, em di zivistanê de, rêxistinên navdewletî karê xwe li herêmê rawestand û bi hezaran sivîl di van rewşên trajedîk de hiştin."

(şx)

ANHA