Li Dêrikê şahiyek ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê lidar ket

Koma Cûdî ya girêdayî Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê şahiyek ji bo piştgiriya berxwedana YPG, YPJ û Hêzên Sûriya Demokratîk orgenîze kir.

Li Dêrikê şahiyek ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê lidar ket
Li Dêrikê şahiyek ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê lidar ket
Li Dêrikê şahiyek ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê lidar ket
30 kanûn, 2019   16:23
QAMIŞLO

Bi dehan şervan û şêniyên bajarê Dêrikê tev li şahiyê bûn. Şahî li Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê lidar ket.

Hunermend Numan Amed gelek stranên şoreşgerî û gelêrî gotin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên gelêrî, tilîliyên dayîkan û berzkirina dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Rûmetê bidawî bû.

(şx)

ANHA