Li Şedadê şehîdê Hêzên Xweparastinê hate oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Ebdulhafiz Hemîd li Goristana Şehîdan a bajarokê Deşîşe oxir kirin. Her wiha merasîma eşkerekirina şehadeta du şehîdên Sûriya Demokratîk Mehmûd Hesen (Firat) û Ehmed Atiye ( Izaz) hate lidarxistin.

Li Şedadê şehîdê Hêzên Xweparastinê hate oxirkirin
Li Şedadê şehîdê Hêzên Xweparastinê hate oxirkirin
Li Şedadê şehîdê Hêzên Xweparastinê hate oxirkirin
Li Şedadê şehîdê Hêzên Xweparastinê hate oxirkirin
Li Şedadê şehîdê Hêzên Xweparastinê hate oxirkirin
Li Şedadê şehîdê Hêzên Xweparastinê hate oxirkirin
30 kanûn, 2019   17:32
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê li ber Navenda Malbatên Şehîdan a Hesekê kom bûn ji bo ku cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulhafiz Hemîd werbigirin.

Şêniyan piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê bi navên Meclisa Malbatên Şehîdan hevserokê meclisê Necî Nicûm, Meclisa Leşkerî ya Şedadê fermandar Ûde El-Hesen û oldaran hevserokê Komîteya Ol û Baweriyan a Şedadê Ehmed El-Esad axaftin hatin kirin.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin. Her wiha berxwedana destanî ya gelê herêmê li hember êrişên li ser herêmê  silav kirin.

Axaftvanan soza şopandina rêyan şehîdan heta pêkanîna armancên wan dan.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Piştre cenazeyê şehîd Ebdulhafiz Hemîd di nav tilîliyên dayîkan de û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.

(şx)

ANHA