PYD‘ê 8’emîn Kongreya Yekgirtû ya Îslamî pîroz kir

Hevserokatiya PYD‘ê 8. Kongreya Yekgirtî ya Îslamî pîroz kir.

PYD‘ê 8’emîn Kongreya Yekgirtû ya Îslamî pîroz kir
30 kanûn, 2019   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)bi peyamekê 8. Kongreya Yekgirtû ya Îslamî pîroz kir.

Peyamana hevserokatiya PYD‘ê wiha ye:

"Silav û rêz:

Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) sekretêrê giştî û meclisa rêveber û desteya bilind a şopandinê û tevahî kadroyên partiya we bi boneya serkeftina 8. Kongreya Yekgirtû ya Îslamî pîroz dike.

Kongreya we di pêvajoyekê de hate li darxistin ku li gelemperiya herêmê bi taybet Kurdistanê guhertin û krîz di sazûmaniya pergala navdewletî û nexşeya jeosiyasî de rû didin, di heman demê de li gel şoreşên gelan li dijî rejîmên dewletên serdest û hêviyên gelan di azadî, edaletî û wekheviyê de kongre bi rêve çû. Em hêvî dikin biryar û bernameyên kongreya we yên bê bikevin xizmeta gelan û parastina destkeftiyên wan di her çar parçeyên Kurdistanê de. Her wiha bibe wesîleyek ji bo lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdistanî û çareserkirina dozên herêmê.

Di dawiyê de em serkeftinê ji rêveberî û kadroyan re dixwazin. Di heman demê de em hêvî dikin têkiliyan di navbera partiya me û we de xurt bikin û pêş bixin bi şêwazeke ku xizmeta doza gelê me, dozên gelên herêmê û armancên me yên hevpar di avakirina civakek demokratîk, binirx û siyasî de bike.

Hevserokatiya PYD`ê

Ayşe Hiso-Şahoz Hesen

Qamişlo 30/12/2019"

ANHA