Li Şehbayê Komîteya Desteka Derûnî şahiyek ji zarokên Efrînê lidar xist

Komîteya Desteka Derûnî ya kantona Şehbayê şahiyek ji zarokên Efrînê yên ku li kampa Berxwedan dimînin re, li dar xist. Armanca şahiyê bilindkirina moralê zarokan bû.  

Li Şehbayê Komîteya Desteka Derûnî şahiyek ji zarokên Efrînê lidar xist
Li Şehbayê Komîteya Desteka Derûnî şahiyek ji zarokên Efrînê lidar xist
Li Şehbayê Komîteya Desteka Derûnî şahiyek ji zarokên Efrînê lidar xist
Li Şehbayê Komîteya Desteka Derûnî şahiyek ji zarokên Efrînê lidar xist
Li Şehbayê Komîteya Desteka Derûnî şahiyek ji zarokên Efrînê lidar xist
30 kanûn, 2019   14:28
ŞEHBA

Komîteya Desteka Derûnî yak u ji sê saziyan pêk tê; Heyva Sor a Kurd, Komîteya Civaka Demokratîk û Komîteya Karûbarên Civakî bi boneya sersala nû û ji bo ku moralên zarokên Efrînê bilind bike, şahiyek ji zarokên kampa Berxwedan ya li navçeya Fafînê li kantona Şehbayê re, orgenîze kir.

Bi dehan zarokên ku temenên wan di navbera 5 heya 13 saliyê de beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de stranên zarokan hatin stran, dîlan, lîstok, pêşbirk û şano hatin pêşkêşkirin.

Şahî bi belavkirina diyariyan li ser zarokan bidawî bû.

Komîteyê hemleya xwe ji bo destekdayîna derbûnî ji tevahiya zarokên Efrînê re pêşkêş bike heta 2`yê Kanûna sala nû didomîne.

(şx)

ANHA