Li Hesekê merasim û bîranîna şehîdan

Bi sedan ji şêniyên bajarê Hesekê û gundên wê cenazeyên sê şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk li Goristana Şehîd Dijwar oxir kirin. Her wiha şehîdên meha Çileyê bibîr anîn.

Li Hesekê merasim û bîranîna şehîdan
Li Hesekê merasim û bîranîna şehîdan
Li Hesekê merasim û bîranîna şehîdan
Li Hesekê merasim û bîranîna şehîdan
Li Hesekê merasim û bîranîna şehîdan
Li Hesekê merasim û bîranîna şehîdan
Li Hesekê merasim û bîranîna şehîdan
Li Hesekê merasim û bîranîna şehîdan
Li Hesekê merasim û bîranîna şehîdan
30 kanûn, 2019   15:26
HESEKÊ

Şêniyên cenazeyên her sê şehîdan ji ber Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a Şehîd Dijwar ve li gundê Dawûdiyê li bakurê kantona Hesekê ketin rê.

Navên şehîdan wiha ne: Alan Derwîş(Hogir Hesekê), Necdet Hemade(Adil Şervan) û Casim El-Iwêd(Besêl Hesekê).

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî ji hêla şervanên Hêzên Erka Xweparastinê û YPG`ê ve destpê kir. Paşê bi navên Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ebdulrezaq Ehmed û Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hisîn Selmo axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Axaftvanan fedekariyên şehîdan ji bo rakirina zulmê li ser vê axê bibîr xistin û diyar kirin ku bi saya wan gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek destkeftî bidest xistin.

Her wiha endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulrezaq Ehmed 42 şehîdên meha Çileyê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne bibîr anîn.

Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan dan.  

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeyên şehadeta şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazyên şehîdan di nav tilîliyên dayîkan de hatin veşartin.

(şx)

ANHA