HPC`ê ji bo pîrozbahiyên sersalê banga hişyariyê kir

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pîrozbahiyên sersalê tevgereke ewlehiyê ya zêde heye. Hêzên Parastina Civakî ji bo parastina ewlehiya bajêr û şêniyan, tedbîrên ewlekariyê li gund û bajarokan zêde kirine.

HPC`ê ji bo pîrozbahiyên sersalê banga hişyariyê kir
HPC`ê ji bo pîrozbahiyên sersalê banga hişyariyê kir
HPC`ê ji bo pîrozbahiyên sersalê banga hişyariyê kir
30 kanûn, 2019   12:16
KOBANÊ

Sibê cîhan sala nû (2020) pêşwazî dike û di sala borî de çeteyên DAIŞ`ê ku bi dehan gund û bajar vegerandibûn cihê rûxandin û xemgîniyê, hatin tunekirin. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe ji pêşwazîkirina sala nû re amade dikin û hêzên ewlehiyê jî ji ber tirsa kiryarên terorî, li herêmê tedbîrên ewlekariyê zêde kirine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî (HPC) li bajarê Kobanê beriya cejna sersalê, tedbîrên ewlehiyê, her wiha noqte û bendên kontrolê li gundan û bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zêde kirin. Her wiha endamên xwe li rêyên sereke û deriyên têketina bajêr û bajarokan belav kirin.

Hevseroka Hêzên Parastina Civakî li bajarokê Şêranê Cemîle Xelîl bang li welatiyan kir ku di parastina ewlehiya gundan û bajêr de ji hêzên wan re bibin alîkar û ji bo parastina destkeftiyên şoreşê ji êrişên terorî, di pîrozbahiyên sersalê de hişyar bin. 

Cemîle Xelîl destnîşan kir ku ruxmî baran zêde jî dibare, bi sedan endamên parastinê li kantonê belav bûne û diyar kir ku planên derve yên hewl didin aramî û îstiqrara herêmê têk bibin û fitneyê di navbera welatiyên de derxin, çi bi rêya êrişên terorî yan jî bi rêya şerê ragihandinê li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hîna berdewam in. Her wiha bang kir ku gel li dijî vê xetereyê şiyar be û parastina cewherî di hemû aliyan de xurt bike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêma Firatê bi daxuyaniyekê bang li gel û hêzên leşkerî û yên ewlehiyê kiribû ku di pîrozbahiyên sersalê de guleyan neteqînin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t0tGxHBL08s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>