QSD’ê encamên berxwedana 27-29’ê Kanûnê eşkere kirin

QSD’ê daxuyand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 27-29’ê Kanûnê de jî êrişên xwe domandin û êrişî qadên sivîl kirin. QSD’ê da zanîn ku 5 çete hatine kuştin.

QSD’ê encamên berxwedana 27-29’ê Kanûnê eşkere kirin
30 kanûn, 2019   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokraîk (QSD) encamên şer û berxwedana di navbera 27 û 29’ê Kanûnê de li Rojavayê Kurdistan û Bakur Rojhilatê Sûriyê ragihandin. QSD’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagiker û çetyên wê êrişî qasdên sivîl kiriye û di encama bersivdana hêzên wan de li Eyn Îsayê 2 şervanên wan şehîd bûne. Her wiha QSD’ê diyar kir ku 5 çete hatine kuştin.

“Artêşa dagirker û komên çete li herêmên Til Temir, Serêkaniyê û Eyn Îsa bi çekên giran û obusan êriş birin ser qadên sîvîl.

EYN ÎSA

Komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve bi obusan êriş birin ser gundê Xalidiyê û Hoşan a ser bi bajarokê Eyn Îsa. Her wiha çeperên hêzên artêşa Sûriyê û herêmên sîvîl ên gundên Kopirik, Erîda, depoyên genim ên Qizalî, Fatisa, Bîr Îsa û Bîr Timih bi piştevaniya balafirên bêmirov rastî topbarana dijwar a artêşa dagirker hatin. Di encama êrişan de di herêmê de gelek gundî neçarî koçeberiyê bûn û ziyanên madî gihîştin welatiyên sîvîl. Di encama bersivdana hêzên artêşa Sûriyê de hejmarek ji çete û leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin.

SERÊKANIYÊ

Komên çete yên bi ser bi artêşa dagirker ve êriş birin ser gundê Mişrefa û bi çekên giran topbaran kirin. Di encama topbaranê de ziyanên madî gihîştin milkên welatiyên sîvîl.

REQA Û DÊREZOR

Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li herêmên Reqa û Dêrezorê bi bombeyên destan êriş birin ser baragehên hêzên me. Di dîroka 28’ê mehê de komek ji şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê êrişek li dijî şervanên QSD’ê li dar xistin. Di encama pevçûna di navbera hêzên me û çeteyan de 2 çete hatin kuştin û 3 çete ji cihê bûyerê reviyan.

Di encama topbarana artêşa dagirker de li gundewarên Eyn Îsayê 2 hevalên me şehîd ketin.

Herî kêm 5 çete û leşkerên artêşa dagirker di encama bersivdana hêzên artêşa Sûriyê de hatin kuştin.”