PYD’ê Kongreya 4`an a YNK’ê pîroz kir

Hevserokên PYD’yê bi boneya serkeftina Kongreya 4’emîn a YNK’ê peyameke pîrozbahiyê da.

PYD’ê Kongreya 4`an a YNK’ê pîroz kir
30 kanûn, 2019   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

YNK’ê kongreya xwe ya 4’emîn li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê di 21’ê Kanûnê de li dar xist. Tê de Meclisa Siyasî ya Bilind a YNK’ê û endamên rêveber hatin hilbijartin.

Bi boneya serkeftina kongreyê, hevserokên PYD’yê Şahoz Hesen û Ayşe Hiso nameya pîrozbahiyê ji endam û lîderên yekitiyê re şand.

Naveroka Nameyê wiha ye:

"Lîderên birêz ên YNK’ê,

Silavên hevaltî û dostaniyê.

Kongreya we di merheleyekê de ku Rojhilata Navîn bi giştî û Kurdistan bi taybet di pêşketinên çarenûsî re derbas dibe, pêk hat. Ji nû ve dabeşkirina herêman li gorî berjewendiyan ji hêla hêzên hegemonîk ên cîhanê ve, pêk tên. Wek berjewendiyên herêmî yên berfirehkirinê bi hedefa qirkirina gelê Kurd bi hemû rêbazên qirêjî ne.

Em dibînin ku nêzbûna koordîneya di navbera her du partiyan (PYD û YNK) de destkeftiyê mezin ji gelê Kurd re, ji dema nemir Celal Talebanî û heta roja me ya îro, pêk anîn. Bi saya van diyalogên siyasî, tu helwestên dijber di navbera her du partiyan de tune ne. Em ne tenê li YNK’ê dînêrin ku tenê ji bo Başûrê Kurdistanê ye, lê me li kêleka xwe di yek xendekê de, çi siyasetên hundirîn ên kurdî dibin an jî çi siyasetên derve dibe, dît.

Em wek PYD serkeftina kongreya 4’emîn li YNK’ê pîroz dikin. Serkeftina we, serkeftina me ye. Biryarên ku we dane û hûn ê bidin jî, çawa li gorî we girîng in, li gorî me jî wisa girîng in, çi der barê siyaseta kurdî dibe û çi jî siyaseta herêmê û navdewletî de dibe. Her wiha jî daxwaza hevkarî û koordînekirina zêde di navbera her du partiyan de di siyasetên kurdî yên herêmî û navdewletî de, dikin. Em bawer in ku dê ev jî bi xwe re destkeftiyên dîrokî ji gelê me re pêk bînin."

(fr)