Rêxistineke misrî: Tirkiye hewl dide Lîbyayê bike çavkaniya terorê

Rêxistina Edil û Tenmiye ya Lêkolînên Siyasî hişyarî têkildarî şandina dewleta Tirk a çeteyan ji Sûriyê û Iraqê ji Lîbyayê re û Lîbya bibe kaniya rêxistinên terorîst, hişyarî da. Her wiha jî da ku êrişên li dijî dewletên dîtir pêk bîne. Rêxistinê bang li Misr, Tunis û Cezaîrê kir ku hêzeke leşkerî ya hevpar ava bike.

Rêxistineke misrî: Tirkiye hewl dide Lîbyayê bike çavkaniya terorê
30 kanûn, 2019   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Edil û Tenmiyê (Wekhevî û Geşkirinê) ya Lêkolînên Siyasî ku rêxistineke Misrê ye, raporek der heqê hewldana dewleta Tirk a şandina çeteyan ji Sûriyê ji Lîbyayê re, amade kir.

Di raporê de, têkildarî destwerdana leşkerî ya Tirkiyê ji Lîbyayê re hişyarî hat dayîn û tê de hat gotin ku armanca dewleta Tirk vegerandina Lîbyayê ya nuqteya bicihkirinê ji terora cîhanê wek El-Qaîde û DAIŞ’ê da ku êrişên berfireh li dewletên wekî Tunis, Misr û Cezaîrê, pêk bînin.

Raporê îşaret pê kir ku veguhastina rêxistinên terorî ji Iraq û Sûriyê ya ber bi Lîbyayê ve, dê Lîbyayê vegerîne navendeke komkirina çeteyan ku li Iraq û Sûriyê şer kirine.

Berdevkê rêxistinê Zîdan El-Qenaî da zanîn ku Lîbya deriyê vegerandina serweriya Osmanî li dewletên bakurê Afrîkayê ye, piştî ku parlamentoya dewleta Tirkiyê dengdayîna şandina hêzên leşkerî yên Tirkiyê ji Lîbyayê re, ragihand.

BANGA AVAKIRINA HÊZEKE LEŞKERÎ YA HEVPAR

Rêxistinê bang li dewletên Cezaîr, Tunis û Misrê kir ku hêzeke leşkerî ya hevkar ji bejahî, deryayî û asîmanî ava bikin ku rêxistinên terorî li hundirê xaka Lîbyayê têk bibin.

Rêxistinê di dawiya rapora xwe de der barê şerê navxweyî yê li Lîbyayê di destpêka sala nû anku 2020’an de, veguhastina bi hezaran çeteyan ji Sûriye, Iraq, dewletên Afrîka û Asyayê da ku li Lîbya şer bikin, hîşyar kir. Her wiha diyar kir ku dê bi vê yekê re jî gefên rastîn li ewlehiya dewletên cîranên Lîbyayê wekî Tunis, Cezaîr û Misrê pêk bînin.

(fr)