Li Iraqê xwepêşandêrên pirek qut kirin û avahiyên hikûmetê girtin

Li Iraqê xwepêşandêran pireke aktîv a li navrasta bajarê Zî Qarê li çûn û hatinê qut kirin. Li bajarê Dîwaniyê jî avahiyên hikûmetê girtin.

Li Iraqê xwepêşandêrên pirek qut kirin û avahiyên hikûmetê girtin
29 kanûn, 2019   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN        

Li gorî Alsumaria TV, bi dehan xwepêşandêr vê sibehê li ber pira Nesir ya li navrasta parêzgeha Zî Qarê agir bi tekeran xistin.

Kenalê ragihand, agir bû sedem ku pir bi temamî were girtin. Her wiha li cihê navborî qerebalixeke çûn û hatinê ya mezin çêbûye.

Li gorî çavkanî, xwepêşandêrên li Dîwaniyê piraniya avahiyên hikûmetê girtin û nehiştin ku karmend karê xwe temam bikin.

Ji destpêka Mijdara borî de ji ber daxwazên guhertina siyaseta heyî, li Iraqê xwepêşandên mezin pêk tên.

(cx)