Li Erebistana Siûdiyê hewldana êrişeke terorîst hate têkbirin

Hêzên Ewlekariya Erebistana Siûdiyê ragihand ku li parêzgeha Demamê 5 kg ji madeya RDX a teqemeniya dijwar di erebeyekê de hate desteserkirin.

Li Erebistana Siûdiyê hewldana êrişeke terorîst hate têkbirin
29 kanûn, 2019   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê serokatiya ewlekariya Erebistana Siûdî ji ajansa Erebistana Siûdiyê(SPA) re daxuyand ku di encama şopandina çalakiya terorîstan de, hat destnîşankirin ku amadekariya pêkanîna kiryara terorîst a bigûman tê kirin.

Berdevk da zanîn ku "Di encamên xebatên şopandinê de cihê erebeya ji cureya (Ford) ku 2 kes ji endamên terorê diajon li Kolana El-Melêk Siûd a bajarê El-Demam, dît. Dema ji wan hat xwestin ku xwe radest bikin, gule li endamên ewlekariyê ku xwe di avahiyekê de bi cih kiribûn, reşandin. Piştre endamên ewlekariya li gor bersivdana wan, gule li wan reşandin û di encamê de ew her du kuştin."

Berkevk anî ziman ku herduyên ku bi navên Ehmed Abdullah Seîd Siwêd û Abdullah Husên Seîd Al Nemir bi hemwelatiyên Siûdiyê, ji hêla ewlekariyê ve tên xwestin.

Di dawiyê axaftina berdevkê fermî yê serokatiya ewlekariyê anî ziman: "Di encama çalakiyê de, endamê sêyemîn hate girtin, ji ber lîpirsîn hîna bi dawî nebûye, navê wî nehat eşkere kirin. Her wiha jî madeya hevîrê (5) kg di erebeya bombebarkirî de hat girtin. Di encamên destpêkê yên lêkolînê de diyar bû ku made ya RDX a teqemeniya dijwar e û ji wê zêdetir jî qilêşek, dabance, cebilxane û nirxeke pere hatin desteserkirin."

(fr)