Şaredariya Minbicê xebatên xwe nirxand

Şaredariya Minbic û gundewarê wê civîna xwe ya salane li dar xist, xebatên xwe nirxand û plansaziya dema bê danî.

Şaredariya Minbicê xebatên xwe nirxand
Şaredariya Minbicê xebatên xwe nirxand
Şaredariya Minbicê xebatên xwe nirxand
Şaredariya Minbicê xebatên xwe nirxand
Şaredariya Minbicê xebatên xwe nirxand
Şaredariya Minbicê xebatên xwe nirxand
Şaredariya Minbicê xebatên xwe nirxand
Şaredariya Minbicê xebatên xwe nirxand
29 kanûn, 2019   15:24
MINBIC

Bi dirûşma "Bi rihê demokrasiya civakî em ê xebatên xwe yên geşekirine mayinde bidomînin" Komîteya Şaredariyan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarê wê civîna xwe ya yekem a salane li hola MEclisa Qanûnsaz li dar xist.

Bi sedan karmendên şaredariyê, nûnerên Rêveberiya Sivîl  a Demokratîk a Minbic û Gundewarê wê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civînê de amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştî şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cahid Hesen geşedanên siyasî nirxand. Hesen bal kişand ser asta rêxistinkirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Tevî êrişên DAIŞ‘ê yên li ser herêmê, piştî êrişên dewleta Tirk ên bi armanca têkbirina biratiya gelan û projeya netewa demokratîk, gelên herêmê dikarîbûn xwe birêxistin bikin û li hemberî her êrişan hevgirtina xwe xurt bikin."

Piştre senevîzyoneke li ser kar û xebatên Komîteya Şaredariyê yên di nava salekê de hate pêşandan.

Cîgirê Hevserokatiya Komîteya Şaredariyan Sacî Ebdulkafî rapora salane ya komîteyê û saziyên girêdayî wê xwend.

Li gorî raporê, şarederê dê di sala bê de alavên kêm ên pêwîst dabîn bike, ji bo çareseriya pirsgirêkan dê bi gel re bicivîne, her wiha ji bo kehrebe, av û hawirdorê dê pêngavên hişyariyê hebin.

Piştî xwendina raporê beşdaran nêrînên xwe der barê xebatên şaredariyê û kêmasiyên wê anîn ziman.

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevserokê Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan Jozef Lehdo axivî. Lehdo lidarxistina civîna salane ya Komîteya Şaredariyan pîroz kir û xebatên şaredariya Minbicê bi kurtahî nirxand. Her wiha ji bo pêşxistina kar pêşniyarên xwe anîn ziman.

Di dawiya civînê de Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarê wê palketeke kedê diyarî şaredariyê kir.

ANHA