Ji Îtalyayê hişyariya têkildarî şandina hêzên leşkerî ya Tirkiyê ji Lîbyayê re

Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte, serkkomarê Tirk Erdogan têkildarî şandina hêzên leşkerî ji Lîbyayê re hişyar kir û piştrast kir ku projeya serokkomarê Tirkiyê li Lîbyayê red dike.

Ji Îtalyayê hişyariya têkildarî şandina hêzên leşkerî ya Tirkiyê ji Lîbyayê re
29 kanûn, 2019   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Giuseppe Conte di hefteya borî de bi Erdogan re dosyeya Lîbyayê bi telefonê nîqaş kiribû. Lê belê diyar e her du negihîştin tu encaman der barê Lîbyayê de. Her wiha jî Romayê şerê leşkerî li Lîbyayê red kir.

Serokwezîrê Îtalyayê ji rojnamegeran re got destwerdana leşkerî aloziya heyî çareser nake. Lê belê dê aloziyan mezintir bike ku ew jî îşaretê bi daxuyaniyên Tirkiyê der heqê gumana şandina hêz û çeteyan ji Lîbyayê re dike.

Giuseppe Conte got Roma hewl dide destwerdana leşkerî li Lîbyayê qedexe bike û bang kir ku fişarên dîplomatîk gur bikin da ku zextê ji bo gihandina çareseriya siyasî li Lîbyayê pêk bînin. Her wiha jî wezîrê karên derve yê Îtalyayê Luigi de Mayo jî diyar kir ku dê di demeke nêz de serdana Lîbyayê bike da ku dan û standinan pêk bîne û piştrast kir ku Roma bi israr e şerê dijminatî li wir rawestîne.

Giuseppe Conte anî ziman ku YE bi israr e rola girîng bilîze. Ji lew re divê dewletên YE’yê di helwesta xwe ya der barê çareserkirina siyasî li Lîbyayê de bikin yek.

Di dawiya Mijdarê de serokkomarê Tirkiyê û serokê hikumeta Terablusê 2 peyman îmze kirin, yek der barê nexşekirina sînorê deryayî li Deryaya Spî û ya din jî girêdayî hevkariya ewlehî û leşkerî de ye.

 (fr)