Heftane 125 hezar lîtreyên gazê li koçberên kampa Holê tê belavkirin

Bi hatina zivistanê û barîna baranê re, rêveberiya kampa Holê ji bo germkirinê heftane 125 hezar lître gazê li koçberan belav dike.

Heftane 125 hezar lîtreyên gazê li koçberên kampa Holê tê belavkirin
Heftane 125 hezar lîtreyên gazê li koçberên kampa Holê tê belavkirin
Heftane 125 hezar lîtreyên gazê li koçberên kampa Holê tê belavkirin
29 kanûn, 2019   12:35
HESEKÊ

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 kampên koçberan hene tevî hejmareke kampên nebirêxistinkirî ku li gudewarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ne. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bi hezaran koçberên ku ji ber şer bê cih û war mane, bûye waregeh.

Kampa Holê ji xeternaktirîn kampên cîhanê tê hesibandin. Ji ber ku bi hezaran endamên malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên xwedî fikrên radîkal lê dimînin û hewl didin ji nû ve fikrên DAIŞ`ê bi rêxistin bikin.

Berpirsê buroya xizmetguzariyê li kampa Holê Berzan Abdullah ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku 5 nuqteyên belavkirina gazê li kampê hatine diyarkirin.

Abdullah her wiha got her malbatek 25 lîtreyên gazê ji bo 10 rojan werdigire û wiha dewam kir: "Ger malbat ji zêdetirî 8 kesan be, 2 par ji malbatê re tên dayîn."

Abdullah destnîşan kir ku heftane li kampê 125 hezar lîtreyên gazê tên belavkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku kampa Holê di 9`ê Adara 2016`an de li nêzî sînorê Iraq-Sûriyê, ji aliyê Buroya Kar û Barên Koçberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hate vekirin. Kamp 45 km li rojhilatê navenda kantona Hesekê dikeve û tê de 67 hezar û 895 koçber dimînin.

(cx)

ANHA