300 çeteyên dewleta Tirk gihîştin Lîbyayê

SOHR’ê ragihand ku 300 çeteyên girêdayî dewleta Tirk gihîştin Lîbyayê û derdora hezar çete di baregehên Tirkiyê de ne û amadekariyê dikin ku di rojên pêş de berê xwe bidin paytexta Lîbyayê Terablusê.

300 çeteyên dewleta Tirk gihîştin Lîbyayê
29 kanûn, 2019   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hejmara çeteyên  dewleta Tirk ku gihîştin paytexta Lîbyayê Terablusê heta niha 300 kes e. Her wiha hejmara çeteyên ku ji bo perwerdeyê gihîştine baregehên Tirkiyê nêzî hezar çete ne.

Navendê diyar kir ku çeteyên ku dê biçin Lîbyayê dê peymaneke 3 an 6 mehî bi Tirkiyê re îmze bikin û ji2 hezar heta 2 hezar û 500 dolarî pereyan bistînin. Her ku dema peymanê dirêj bibe, pereyên ku distînin jî zêde dibin. Her wiha destnîşan kir ku hejmara mezin ji çekdar û leşkerên ku gihîştine Lîbyayê ji koma bi navê Tevgera Hezim in ku beriya çend salan hate jihevxistin.

Li gorî qeydên deng ên hatine bidestxistin, diyar dibe ku çeteyekî dewleta Tirk bi komeke çekdaran re diaxive û dipirse ka amade ne sibê ji Efrînê berê xwe bidin Terablusê yan na û wiha dibêje: "Em ê saet di 10`ê sibehê de ji Efrînê derkevin."

Navendê her wiha diyar kir ku çete li herêma Selah El-Dîn ku deriyê başûr ê têketina paytexta Lîbyayê ye û yek ji herêmên dewlemedan e, kom dibin.

Her wiha hate destnîşankirin ku di vîdeoyên ku bi dest xistine de diyar dibe ku ku çete li baregeha El-Tekbalî ku berê girêdayî artêşa Lîbyayê bû û niha di bin kontrola Tirkiyê de ye, kom bûne û diyar dibe ku ji beriya nêzî mehekê ve li wê baregehê amadekarî tê kirin. Ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk amadekariya pêşwazîkirina çeteyên xwe dike.

(cx)