ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-12-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-12-2019
25 kanûn, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Şêniyên kantona Kobanê şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Dîcle oxir dikin, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêkhateyê Xiristiyan ên bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê li Dêra Meryem El-Ezra ya navçeyê Tirbespiyê Cejna Noel pîroz dikin, saet 09:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yadê Eyşê bi îdiayên ne rast ên çeteyan bawer dike û vedigere mala xwe, lê çeteyan bi tewanên ne rast wê digirin. Yadê herî dawî bi alîkariya şêniyan ji gund derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şaxê Helebê, paneleke li ser "Koçberiya bi darê zorê" li hola civînan a MSD‘ê ya li taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Têkiliyên Doplomasî ya PYD‘ê ji bo nirxandina geşedanên siyasî civînekê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran li dar dixe, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspî û şêxên eşîrên Dêrazorê banga têkoşînê û piştgiriya QSD`ê kirin û gotin, êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komployên mezin in, armanc jê derbeyekê li ewlehiya herêmê bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên Kurd gotin: "Koka dîrokî ya gelê Kurd nahêle dewleta Tirk kurdan wekî terorîst bi nav bike. Divê Kurd li tevahî cîhanê ji bo bersivdayîna êrişên Tirkiyê xebateke hevpar bimeşînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-CIVAK Û JIYAN

- Navenda taybet a keşfkirina zû ya panceşêra memikan bi amûrên nû hatiye amadekirin. Navend a yekemîn e li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Armanca vekirina navendê alîkariyê ji jinan, xwediyên qûtên sînordar re pêşkêş bike û dermankirinê bê pere ji tevahiya nexweşan re pêşkêş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide bi rêya projeyek stratejîk bi lêçûna 3 milyar û 134 milyon lîreyên Sûriyê ava vexwarinê ji bajarê Hesekê û gundewarên wê re peyda bike. Ev proje wekî alternatîfa stasyona avê ya ku ketiya bin kontrola artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li rojhilatê welêt. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêhtirî 300 hezar sivîl ji herêmên xwe koç kirin. Koçber di rewşên zehmet de ne û li benda vegera li malên xwe ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa  xwendekarên navîn û amadehî li 67 navendan dest ezmûmên werza yekemîn a sala 2019-2020‘an kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA