Serpêhatiya jina 60 ya ji aliyê çeteyên Tirk ve hat girtin

Yadê Eyşê bi îdiayên ne rast ên çeteyan bawer dike û vedigere mala xwe, lê çeteyan bi tewanên ne rast wê digirin. Yadê herî dawî bi alîkariya şêniyan ji gund derkeve.

Serpêhatiya jina 60 ya ji aliyê çeteyên Tirk ve hat girtin
Serpêhatiya jina 60 ya ji aliyê çeteyên Tirk ve hat girtin
25 kanûn, 2019   05:35
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku heta niha berdewam in, bi dehan sivîl hatin qetilkirin û birîndar bûn, li gel ku bêhtirî 300 hezar malbat koçber bûn. Her malbatek koçber xwedî  serpêhatiyeke bi êş e.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ku bajarê Serêkaniyê dagir kirine, li dijî sivîlan binpêkirinên der mirovî pêk tînin, wekî  her carê piştî herêmên dagir dikin îdikayên derew li ser ewlehiya herêmê belav dikin.

Yadê Eyşê Ehmed a (60) ji gundê Erbiyîn ê Serêkaniyê ye û dayika şehîd Ehmed Îbrahîm ê di encama bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî herêmê şehîd bûye. Yadê Eyşê piştî ji gundê koçber dibe berê xwe dide kampa Waşûkanî û niha li wir dimîne.

Yadê Eyşê serpêhatiya xwe ji ajansê re parve dike: "Ez xwedan 5 kufletan me, ji ber binpêkirinên"Artêşa Wetenî ya Sûrî"ji mala xwe derketim û koçber bûm.

Piştî nûçeyên girêdayî vegera malbatan li malên xwe belav bûn min biryar da li mala xwe vegerim û halê malê binasim, her wiha hin kel û pelên xwe derxînim, lê dema min serdana gundê Erbiyîn kir, çeteyên Artêşa Wetenî ya Sûrî min girtin û pirsa her 4 zarokên min ên ku tevlî nava QSD`ê bûne kir."

Yadê Eyşê anî ziman ku çeteyan ew bi tewana çekan di mala wê de hene tewanbar kirin, mala wê kolandin û dest bi lêgerîna çekan kirin, lê tiştek di malê de nedîtin.

Yadê Eyşê dibêje ku çeteyan wêneyê wî bi telîfona wî kişandin û telefon jê standin, paşê nehiştin ji malê derkeve û jê re gotin, "divê em te her wextî bibînin.

Yadê îşaret bi xof û tirsa ji çeteyan anî ziman û got, "Min cilên xwe guherî û bi alîkariya mala cîrana ji malê derketim û berê xwe da gundê Kozeliyê.

Yadê Eyşê diyar kir rojekê tenê li gundê Kozeliyê dimîne, paşê ji wir koç dibe ji ber çeteyan dixwestin bi girtina wê zextê li zarokên wê bikin û wiha dibêje: "Mal û milkên şêniyan wêran dikirin û binpêkirin li dijî wan pêk dianîn, dema li mala xwe vegeriya, mala min dizîbûn û tiştek tê de nehiştibûn."

Yadê Eyşê destnîşan kir ku çeteyan qedexeya derketina derve li şêniyan ferz kirin, dema dibû êvar çeteyan nedihiştin şênî ji malên xwe derbikevin.

Yadê Eyşê di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Niha ez û kufletên xwe li kampa Waşûkanî dijîn, beriya ku artêşa Tirk gundê me dagir bike gundê aram bû, lê niha hem xwarin û hem jî nan kêm e."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê zêdetirî 64 navend ji bo koçberên ji Serêkaniyê veqetandin, her wiha li bajarokê Tiwêna yê 12 dikeve rojavayê bajêr kamp vekirin, niha zêdetirî 5 hezar koçber lê bicihbûne.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Sb-DgidtL4E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>